DERS 6
Ji bo Miriyan Çi Hêvî Heye?
1. Mizgîna li ser mirinê çi ye?
Gava Îsa pêxember gihîşt gundê Beytanyayê li nêzikî Orşelîmê, hevalê wî Lazar êdî çar roj mirî bû. Îsa pêxember tevî xwişkên Lazar Merta û Meryemê çû ser mezel. Pir wext derbas nebû ku gelek mirov hatin wê derê. Bîne ber çavê xwe ku Merta û Meryem çi qas şa bûn gava Îsa pêxember birayê wan Lazar ji mirinê rakir!—Yûhenna 11:21-24, 38-44 bixwîne.
Mertayê mizgîna li ser mirinê jixwe dizanibû. Wê dizanibû ku rojekê, Yehowa wê miriyan ji bo heyata li rûyê erdê rake.—Eyûb 14:14, 15 bixwîne.
2. Halê miriyan çi ye?
Xwedê ji Adem re got: “Tu ax î û tuyê vegerî axê” (1. MÛSA 3:19, WDN)
Însan ji axê hatiye çêkirin (1. Mûsa 2:7; 3:19). Gava mirov dimire, ruh naçe cihekî din. Li wexta mirinê, mêjî jî dimire, û hiş û fikir tune dibin. Loma, piştî ku Lazar ji mirinê rabû, wî behsa halê xweyî mirî nekir, çimkî mirî tiştekî nizanin.—Zebûr 146:4; Waiz 9:5, 6, 10 bixwîne.
Gelo Xwedê miriyan li cehenemê dişewitîne? Kitêba Pîroz dibêje ku mirî nikarin êşê bikişînin. Wekî din, Xwedê ne zalim e. Ji ber vê yekê, fikra ku Xwedê mirovan bi agir îşkence dike, derew e.—Yêremya 7:31 bixwîne.
Li vîdeoya Halê Miriyan Çi ye? temaşe bike.
3. Gelo mirî dikarin bi me re xeber bidin?
Mirî nikarin xeber bidin an bibihîzin (Zebûr 115:17). Lê hin melekên xerab carinan bi mirovan re xeber didin û xwe wek ruhên miriyan nîşan didin (2. Petrûs 2:4). Yehowa naxwaze ku em bi wan re bikevin îrtibatê.—5. Mûsa 18:10, 11 bixwîne.
4. Kî wê ji mirinê rabin?
Li dema avakirina cenetê, bi milyonan kesên mirî wê rabin. Hin kesên ku Xwedê nas nedikir û kesên ku xerabî dikir jî wê bên rakirin.—Lûqa 23:43; Karên Şandiyan 24:15 bixwîne.
Kesên ku wê ji mirinê rabin wê karibin rastiya li ser Xwedê hîn bibin û guhdariya Îsa Mesîh bikin (Peyxam 20:11-13). Eger ew tiştên qenc bikin, ewê karibin heyata xwe heta bi hetayê berdewam bikin.—Yûhenna 5:28, 29 bixwîne.
5. Rabûna miriyan di heqê Yehowa de çi nîşan dide?
Xwedê, Îsa Mesîh şand dinyayê ku ew di oxira me de bimire. Bi saya vê fîdyeyê, mirî wê rabin. Rabûna miriyan ji me re nîşan dide ku Yehowa ji me çi qas hez dike û xêra me dixwaze. Gava mirî wê rabin, tu herî zêde dixwazî kê bibînî?—Yûhenna 3:16; Romayî 6:23 bixwîne.