KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 9 r. 28-r. 29 p. 1
  • Dawiya Dawî Kurekî Wan Çêbû!

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dawiya Dawî Kurekî Wan Çêbû!
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Birahîm û Sarayê Guh Da Xwedê
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Li Benda ‘Bajarê ku Bingeha Wî Saxlem e’ Bimîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 9 r. 28-r. 29 p. 1
Dema ku melek bi Birahîm re xeber didin, Sara di kon de ye û guh dide wan

DERS 9

Dawiya Dawî Kurekî Wan Çêbû!

Birahîm û Sara gelek sal bûn ku zewicî bûn. Wan mala xwe ya rehet ya li bajarê Ûrê hişt û niha di konekî de dijiyan. Lê ji ber ku Sarayê baweriya xwe bi Yehowa dianî, ew ji vî halê xwe razî bû.

Hesreta dilê Sarayê ev bû ku zarokekî wê hebe. Wê ji Birahîm re got: ‘Eger xulama min Hacer zarokekî bîne, ewê wek zarokê min be.’ Bi zeman re kurekî Hacerê çêbû. Navê wî Îsmaîl bû.

Sara bihemle ye

Piştî gelek salan, gava Birahîm 99 û Sara 89 salî bûn, sê kes hatin ziyareta wan. Birahîm ew dawet kirin ku ew xwe li bin darekê rehet bikin. Piştre wî xwarin da wan. Tu dizanî ew sê kes kî bûn? Ew melek bûn! Wan ji Birahîm re got: ‘Sala bê vî çaxî jina te wê kurekî bîne dinyayê.’ Sara di kon de bû û guh dida wan. Ew keniya. Wê di dilê xwe de got: ‘Ez pîr bûme, ma piştî vî emrî ezê çawa zarokekî bînim?’

Sala din wek ku melekê Yehowa soz dabû, kurê Sarayê çêbû. Birahîm navê wî kir Îshaq. Ev nav tê maneya “Ken”.

Gava Îshaq nêzîkî pênc salî bû, Sarayê dît ku Îsmaîl henekên xwe bi Îshaq dikir. Wê xwest ku kurê xwe biparêze. Îcar ew çû cem Birahîm û jê xwest ku ew Hacer û Îsmaîl bişîne cihekî dûr. Di destpêkê de, Birahîm nexwest vê yekê bike. Lê Yehowa ji Birahîm re got: ‘Guh bide Sarayê. Ezê bala xwe bidim Îsmaîl. Lê ezê sozên xwe bi destê Îshaq bînim cih.’

Dema ku Hacer û Îsmaîl diçin, Sara Îshaq digire

“Bi îmanê, Sarayê jî emrê wê her çi qas derbas bûbû jî, qewet stand ku bibe diya zarokekî; ji ber ku wê yê ku soz dabû dilsoz didît” (Îbranî 11:11).

Pirs: Gava melekan bi Birahîm re xeber dida, Sarayê çi bihîst? Yehowa çawa Îshaq parast?

1. Mûsa 16:1-4, 15, 16; 17:25-27; 18:1-15; 21:1-14; Îbranî 11:11

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne