DERS 18
Deviya ku Agir pê Ketibû
Ev 40 sal bûn ku Mûsa li Mîdyanê dijiya. Ew zewicî bû û zarokên wî hebûn. Rojekê gava ew li nêzîkî Çiyayê Sînayê bû, wî tiştekî ecêb dît. Agir bi deviyekê ketibû, lê nedişewitî! Gava Mûsa xwest vê yekê ji nêzîk ve bibîne, wî ev deng ji nav deviyê bihîst: ‘Mûsa! Zêde nêzîk nebe. Çaroxên xwe ji lingên xwe derxe. Ji ber ku tu li ser erdekî pîroz disekinî.’ Yê ku ev tişt bi destê melekê xwe gotin Yehowa bû.
Mûsa tirsiya û rûyê xwe nixumand. Dengê ji nav deviyê got: ‘Min êşa Îsraîliyan dît. Ezê wan ji destê Misriyan azad bikim û wan bibim welatekî bi xêr û bereket. Bi rêberiya te, ezê miletê xwe ji Misrê derxim.’ Gava Mûsa ev gotin bihîstin, bê guman ew şaş ma!
Mûsa pirsî: ‘Eger milet ji min bipirse kê ez şandime, ez ji wan re çi bêjim?’ Xwedê lê vegerand: ‘Ji wan re bêje ku Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb Yehowa ez şandime ba we.’ Mûsa got: ‘Eger milet guh nede min, ez çi bikim?’ Yehowa îsbatek da Mûsa ku ewê alî wî bike. Wî ji Mûsa re got bila ew gopalê xwe bavêje erdê. Dema ku gopal ket erdê bû mar! Çaxê Mûsa bi dûvika wî girt, mar dîsa bû gopal. Yehowa got: ‘Gava tu vê mucîzeyê bikî, ev yek wê îsbat bike ku min tu şandiye.’
Mûsa got: ‘Ez nizanim baş xeber bidim.’ Yehowa soz da wî: ‘Ezê ji te re bêjim ku tuyê çi bêjî. Wekî din, ezê birayê te Harûn bişînim ku alî te bike.’ Mûsa fehm kir ku Yehowa bi wî re ye. Loma wî jina xwe û zarokên xwe bi xwe re birin û çûn Misrê.
“Xeman nexwin ka hûnê çi bibêjin û çi nebêjin. Wê demê hûnê bizanin ku gerek hûn çi bibêjin” (Meta 10:19).