DERS 24
Wan Soza Xwe Negirt
Yehowa ji Mûsa re got: ‘Were ser çiyê. Ezê emrên xwe li ser lewheyên kevirîn binivîsim û wan bidim te.’ Mûsa hilkişiya ser çiyê. Ew 40 roj û 40 şevan li wir ma. Gava ew li ser çiyê bû, Yehowa Deh Emir li ser du lewheyên kevirîn nivîsandin û dan Mûsa.
Piştî demekê Îsraîlî fikirîn ku Mûsa ew terk kirine. Wan ji Harûn re got: ‘Em dixwazin ku kesek rêberiya me bike. Ji me re îlahekî çêke!’ Harûn got: ‘Zêrên xwe ji min re bînin.’ Wî ev zêr helandin û golikek çêkir. Xelkê got: ‘Ev golik îlahê me ye. Wî em ji Misrê derxistine!’ Îsraîliyan dest bi îbadeta golikê zêrîn kir û cejnek çêkir. Gelo ev tiştê ku wan kir rast bû? Na, ji ber ku Îsraîliyan soz dabû ewê tenê ji Yehowa re îbadetê bikin. Lê niha wan ev soza xwe xera kir.
Yehowa dît ku çi qewimîbû. Wî ji Mûsa re got: ‘Dakeve cem xelkê. Ew bi ya min nakin û ji îlahekî sexte re îbadetê dikin.’ Mûsa ji çiyê daket û her du lewhe di destên wî de bûn.
Gava Mûsa nêzîkî cihê ku xelk lê dima bû, wî bihîst ku wan stran digotin. Wî dît ku ew direqisîn û wan serên xwe li ber golik xwar dikirin. Mûsa pir qehirî. Wî her du lewhe avêtin ser erdê û ew parçe parçe bûn. Wî di cih de golikê zêrîn şewitand, pelçiqand û tune kir. Paşê wî ji Harûn pirsî: ‘Vî miletî çawa tu razî kirî ku tu vê qebehetê bikî?’ Harûn got: ‘Neqehire. Tu dizanî ev mirov çawa ne. Wan îlahek xwest, min jî zêrên wan avêtin nav êgir û ev golik derket!’ Gerek Harûn ev yek nekira. Mûsa dîsa derket ser çiyê û ji Yehowa lava kir ku ew xelkê xwe efû bike.
Yehowa kesên ku hazir bûn guh bidin wî efû kirin. Ji bo Îsraîliyan pir muhîm bû ku ew guh bidin rêberiya Mûsa. Gelo te fehm kir çima?
“Gava tu ji Xwedê re soz didî, bi derengî nekeve. Çimkî yên bêaqil ne bi dilê wî ne. Soza xwe pêk bîne” (Waiz 5:4).