DERS 38
Yehowa Şîmşon Xurt Kir
Gelek Îsraîliyan dîsa dest bi îbadeta pûtan kir. Loma Yehowa hişt ku Filîstî li welatê wan hukimdariyê bikin. Lê hinek Îsraîliyan ji Yehowa hez dikir. Yek ji wan Manoah bû. Zarokên wî tune bûn. Rojekê Yehowa melekek şand cem jina Manoah. Melek ji wê re got: ‘Kurekî te wê çêbe. Ewê Îsraîlê ji destê Filîstiyan xelas bike. Ewê bibe Nezîr.’ Gelo tu dizanî Nezîr kî bûn? Ew xizmetkarên Yehowa yên xisûsî bûn. Lazim bû ku Nezîr porê xwe nequsînin.
Piştî wextekê kurê Manoah çêbû. Wî navê Şîmşon lê kir. Gava Şîmşon mezin bû, Yehowa qeweteke pir mezin da wî. Wî dikaribû bi destên xwe şêrekî bikuje. Carekê Şîmşon bi tena serê xwe 30 Filîstî kuştin. Filîstî pir ji wî diqehirîn û li rêyekê digeriyan ku wî bikujin. Şevekê Şîmşon li Gazayê raket. Filîstî çûn ber deriyê bajêr. Ji bo ku ew wî bikujin, ew heta serê sibê li benda wî man. Lê di nîvê şevê de, Şîmşon rabû çû û deriyê bajêr ji dîwêr derxist. Wî derî rakir ser milê xwe û ji wir heta serê çiyayekî nêzîkî Hebronê bir!
Piştre Filîstî çûn cem hevala Şîmşon Delîlayê û jê re got: ‘Eger tu pê derxî ku Şîmşon çima ew qas xurt e, emê gelek pere bidin te. Em dixwazin wî bigirin û bavêjin hebsê.’ Çavê Delîlayê li pereyan bû, loma wê ev yek qebûl kir. Di destpêkê de Şîmşon nedixwest ji wê re bibêje ku ew çima ew qas xurt bû. Lê Delîlayê ew pir aciz kir. Di dawiyê de wî nikaribû tehemul bikira. Loma wî sira qeweta xwe eşkere kir. Wî ji wê re got. ‘Ji ber ku ez yekî Nezîr im, porê min tu carî nehatiye qusandin. Eger porê min bê qusandin, ezê qeweta xwe winda bikim.’ Şîmşon ji ber ku sira xwe ji wê re got şaşiyeke pir mezin kir, ma ne wisa ye?
Delîlayê di cih de ji Filîstiyan re got: ‘Ez bi sira wî dizanim!’ Wê serê Şîmşon danî ser çoka xwe û ew kir xewê. Dûre wê porê wî bi destê yekî din da qusandin. Delîlayê bang kir û got: ‘Şîmşon, Filîstî hatin!’ Gava Şîmşon hişyar bû, qeweta wî ji wî çûbû. Filîstiyan ew girt, ew kor kir û avêt hebsê.
Rojekê bi hezaran Filîstî di îbadetgeha îlahê xwe Dagon de li hev civiyabûn. Wan wisa bang kir: ‘Îlahê me Şîmşon daye destê me! Şîmşon bînin! Bila ew kêfa me xweş bike.’ Wan Şîmşon anî û ew kir navbera du stûnan û henekê xwe bi wî kir. Şîmşonê ku porê wî êdî dirêj bûbû wisa bang kir: ‘Xwedayê min Yehowa, ji kerema xwe re tenê vê carê qewetê bide min.’ Îcar Şîmşon bi hemû qeweta xwe stûnên îbadetgehê dehf dan û avahî bi temamî hilweşiya û ket erdê. Hemû kesên ku di îbadetgehê de bûn mirin. Şîmşon jî mir.
“Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim” (Filîpî 4:13, Mizgînî).