KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 51 r. 124-r. 125 p. 2
  • Şervanekî Xurt û Keçeke Biçûk

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Şervanekî Xurt û Keçeke Biçûk
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 51 r. 124-r. 125 p. 2
Neman ji bo ku qenc bibe diçe ba Êlîşa

DERS 51

Şervanekî Xurt û Keçeke Biçûk

Li welatê Aramê, yanî li Sûriyeya berê keçeke Îsraîlî ya biçûk dijiya. Ew ji mala xwe pir dûr bû. Eskerên Aramê ew ji malbata wê stand û kir xulama jina fermandarekî bi navê Neman. Mirovên li derdora wê îmana xwe bi Yehowa nedianî, lê vê keça biçûk ji Yehowa re îbadet dikir.

Neman bi nexweşiyeke xerab a çerm ketibû û her tim êş dikişand. Keça biçûk bi rastî dixwest alî wî bike. Wê ji jina Neman re got: ‘Ez kesekî ku dikare alî zilamê te bike nas dikim. Li Îsraîlê pêxemberekî Yehowa yê bi navê Êlîşa heye. Ew dikare zilamê te qenc bike.’

Jina Neman gotinên keça biçûk ji zilamê xwe re got. Neman ji bo ku qenc bibe hazir bû ku her tiştî biceribîne. Ji bo vê yekê, ew çû mala Êlîşa ya li Îsraîlê. Neman li bendê bû ku Êlîşa wek hatina kesekî bi nav û deng bixêrhatina wî bike. Lê li şûna ku ew bi xwe biçûya pêşiya wî, Êlîşa xulamê xwe şand pêşiya Neman ku vê xeberê bide wî: ‘Here û xwe heft caran di Çemê Urdunê de bişo. Piştre tuyê qenc bibî.’

Neman pir qehirî û got: ‘Min digot qey pêxember wê bangî Xwedayê xwe bike û bi destê xwe min qenc bike. Li şûna vê yekê, ew ji min re dibêje ku here çemekî li Îsraîlê. Ma çemên li welatê min ne çêtir in? Ma ez nikarim herim wir?’ Neman pir aciz bû û ji wir çû.

Neman xwe di Çemê Urdunê de dişo û qenc dibe

Xulamên Neman alî wî kir ku ew bi zelalî bifikire. Wan ji wî re got: ‘Ji bo ku tu qenc bibî ma teyê her tişt nekira? Tiştê ku pêxember ji te re dibêje pir hêsan e. Çima tu naceribînî?’ Neman bi ya wan kir. Ew rabû çû Çemê Urdunê. Li wir ew heft caran ket bin avê û derket. Piştî ku Neman cara heftan ji avê derket, ew bi temamî qenc bû. Ew pir şikirdar bû û ji bo ku ji Êlîşa re spas bike rabû çû cem wî. Neman got: ‘Niha ez dizanim ku tenê Yehowa Xwedayê rast e.’ Tu çi dibêjî: Wexta ku Neman bi saxî û selametî vegeriya mala xwe, keça Îsraîlî çi hîs kir?

“Te wisa kir ku zarok û yên li ber şîr bi devê xwe pesnê te bidin” (Meta 21:16).

Pirs: Gelo ji bo keça Îsraîlî hêsan bû ku ew bi jina Neman re bipeyive? Li gor te, gelo çi alî wê kir ku ew wêrek be?

2. Qiralan 5:1-19; Lûqa 4:27

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne