DERS 54
Yehowa li Ûnis Sebir Dikir
Li bajarê Asûrê Nînewayê mirovên pir xerab dijiyan. Yehowa ji pêxemberê xwe Ûnis re got ku here Nînewayê û wan hişyar bike ku gerek ew ji rêya xwe ya xerab vegerin. Lê Ûnis ber bi aliyekî din ve reviya. Ew li gemiyekê siwar bû û ber bi Tarşîşê ve bi rê ket.
Wexta ku gemî li ser behrê bû, firtoneyeke xurt rabû û gemîvan pir tirsiyan. Wan ji îlahên xwe re dua kir û got: ‘Ev yek çima hat serê me?’ Di dawiyê de Ûnis ji wan re got: ‘Ev yek sûcê min e. Ez ji ber tiştê ku Yehowa ji min xwest direvim. Min bavêjin behrê û firtone wê bisekine.’ Gemîvanan nedixwest Ûnis ji gemiyê bavêjin behrê, lê wî israr dikir ku ew wî bavêjin. Gava wan Ûnis avêt behrê, firtone sekinî.
Ûnis fikirî ku ewê bimire. Gava ew dadiket kûrahiya behrê, wî ji Yehowa re dua kir. Piştre Yehowa masiyekî mezin şand. Masiyê mezin Ûnis daqurtand, lê ew nemir. Ûnis di zikê masî de dua kir: ‘Yehowa ez soz didim te ku ezê her tim bi ya te bikim.’ Yehowa Ûnis sê rojan di zikê masî de parast. Dûre wî kir ku masî Ûnis bavêje ser erdê ziwa.
Yehowa Ûnis xelas kir. Gelo hewce bû ku Ûnis hê jî here Nînewayê? Belê. Yehowa dîsa ji Ûnis re got ku here wir. Vê carê Ûnis bi ya Xwedê kir. Ew çû Nînewayê û wî ji wan mirovên xerab re got: ‘40 roj bi şûn de Nînewa wê bê tunekirin.’ Paşê tiştekî ku ew ne li bendê bû çêbû. Xelkê Nînewayê li Ûnis guhdarî kir û dev ji gunehên xwe berda. Padîşahê Nînewayê ji xelkê xwe re got: ‘Bangî Xwedê bikin û tobe bikin. Belkî ew li me bê rehmê.’ Gava Yehowa dît ku xelkê tobe kiriye, wî Nînewa wêran nekir.
Ji ber ku bajar nehat wêrankirin, Ûnis qehirî. Ka bifikire: Yehowa li Ûnis sebir dikir û ji wî re dilrehm bû, lê Ûnis ji xelkê Nînewayê re ne dilrehm bû. Li şûna vê yekê, ew ji bajêr derket û di bin siya şînahiyekê de rûnişt û xwest bibîne ka wê çi bê serê bajêr. Paşê şînahî hişk bû û Ûnis ji ber vê yekê pir aciz bû. Loma Yehowa ji wî re got: ‘Wek tu ji bo vê şînahiyê diqehirî tu ji bo xelkê Nînewayê ew qas naqehirî. Ez li wan hatim rehmê û ew sax man.’ Yehowa dixwest çi bigota? Ji bo Yehowa xelkê Nînewayê ji her şînahiyekê biqîmettir bû.
“Xudan … bîhna xwe li we fireh dike û naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9, Mizgînî)