DERS 58
Orşelîm Hat Wêrankirin
Xelkê Cihûdayê dîsa û dîsa dev ji Yehowa berda û ji îlahên sexte re îbadet kir. Yehowa bi salan dixwest alî wan bike. Ji bo ku wan hişyar bike, wî gelek pêxember şandin. Lê wan guh neda tu kesî û henekên xwe bi pêxemberan kirin. Gelo Yehowa çawa dawî li îbadeta pûtan anî?
Padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar gelek welat zeft kirin. Dema ku wî Orşelîm cara pêşîn bindest kir, wî Yehoyaxîn Padîşah, mezinên milet, şervan û xebatkar êsîr girtin û ew gişt birin Babîlê. Wekî din, wî hemû xezîneyên ji îbadetgeha Yehowa birin. Piştre Nebûkadnetsar Tsedekiya kir padîşahê Cihûdayê.
Di destpêkê de Tsedekiya guh dida Nebûkadnetsar. Lê miletên li derdorê û pêxemberên sexte şîret da Tsedekiya ku ew li hemberî Babîlê serî rake. Yêremya ji Tsedekiya re got: ‘Eger hûn serî hildin, li Cihûdayê wê kuştin, xela û nexweşî hebin.’
Piştî hukimdariya 8 salan, Tsedekiya qerar da ku li ber Babîlê serî rake. Wî ji ordiya Misrê xwest ku alî wî bike. Piştre Nebûkadnetsar eskerên xwe şandin ku hicûmî Orşelîmê bikin. Wan bajar dorpêç kir. Yêremya ji Tsedekiya re got: ‘Yehowa dibêje ku eger tu xwe teslîmî Babîlê bikî, hem tu hem jî Orşelîm wê xelas bibe. Lê eger tu teslîm nebî, Babîlî wê Orşelîmê bişewitînin û we êsîr bigirin û bibin.’ Tsedekiya got: ‘Ez teslîm nabim!’
Piştî sal û nîvekê, ordiya Babîlê sûrên Orşelîmê hilweşandin û agir bi bajêr xist. Wan îbadetgeh şewitand, gelek kes kuştin û bi hezaran kes êsîr girtin.
Tsedekiya ji Orşelîmê reviya, lê Babîlî bi dû wî ketin. Wan ew li nêzîkî Erîhayê girt û ew ji Nebûkadnetsar re bir. Li wir kurên Tsedekiya li ber çavê wî hatin kuştin. Nebûkadnetsar Tsedekiya kor kir û avêt hebsê. Tsedekiya di hebsê de mir. Lê Yehowa ev soz da xelkê Cihûdayê: ‘Piştî 70 salan, ezê we vegerînim welatê we Orşelîmê.’
Çi hat serê ciwanên ku bi êsîrî li Babîlê bûn? Gelo ew ji Yehowa re dilsoz man?
“Erê, ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, dîwankirina te rast û dadperwer e” (Peyxam 16:7, Mizgînî).