DERS 70
Melek Xebera Bûyîna Îsa Belav Dikin
Împaratorê Romayê Qeyser Augustus emir da ku hemû Cihû vegerin bajarên xwe û navên xwe bidin nivîsandin. Loma Ûsiv û Meryem rabûn çûn Beytlehemê. Malbata Ûsiv ji wê derê bû. Wext hatibû ku Meryem bebeka xwe bîne dinyayê.
Gava ew gihîştin Beytlehemê, wan ji xwe re cihekî ku lê bimînin nedît. Ji ber vê yekê, ew di axurekê de man. Meryemê kurê xwe Îsa li wir anî dinyayê. Wê ew bi paçikên nerm pêçand û di afirekî de danî.
Li nêzîkî Beytlehemê bi şev çend şivan li derve li ber keriyên pezên xwe bûn. Ji nişka ve melekek li ber wan xuya bû û rûmeta Yehowa dora wan kir ronahî. Şivan pir tirsiyan, lê melek got: ‘Netirsin. Xebereke pir xweş heye. Mesîh îro li Beytlehemê ji dayik bûye.’ Wê gavê gelek melekên din jî li ezmanan xuya bûn û gotin: ‘Rûmet ji Xwedayê li ezmanan re û aştî ji mirovan re.’ Piştre melek ji ber çavê wan winda bûn. Gelo şivanan çi kir?
Şivanan ji hevdû re gotin: ‘Rabin em herin Beytlehemê.’ Ew zû çûn wir û wan zarokê nûçêbûyî bi Ûsiv û Meryemê re di axurê de dît.
Her kesê ku bihîst ku melekan ji şivanan re çi gotibû şaş ma. Meryem li ser gotinên melek kûr fikirî û ew qet ji bîr nekirin. Îcar şivan vegeriyan ber keriyên pezên xwe. Wan ji bo hemû tiştên ku wan dîtin û bihîstin ji Yehowa re şikir kir.
“Ez ji ba Xwedê hatime û bi navgîniya wî ez li vir im. Ez ji ber xwe nehatime, lê wî ez şandime” (Yûhena 8:42).