DERS 72
Gava Îsa Ciwan Bû
Ûsiv û Meryem tev Îsa û kur û keçên xwe li Nasirayê dijiyan. Ûsiv ji bo ku malbata xwe xwedî bike karê xeratiyê dikir. Wî malbata xwe li ser Yehowa û Qanûna wî dielimand. Malbata Ûsiv ji bo îbadetê bi dewamî diçû sînagogê û her sal ji bo Cejna Derbasbûnê diçû Orşelîmê.
Gava Îsa 12 salî bû, malbata wî wek her sal di rêwîtiyeke dirêj de çû Orşelîmê. Bajar ji mirovan tije bû. Mirov ji bo pîrozkirina Cejna Derbasbûnê hatibûn wir. Piştî cejnê Ûsiv û Meryem ketin rêya mala xwe. Ew difikirîn ku Îsa bi merivên wan re ye. Lê gava ew çûn cem merivên xwe û lê geriyan, wan Îsa nedît.
Ew dîsa vegeriyan Orşelîmê û sê rojan li kurê xwe geriyan. Di dawiyê de ew çûn îbadetgehê. Li wir Îsa di nav mamosteyan de rûniştibû, baş guhdarî dikir û pirsên balkêş ji wan dipirsîn. Mamoste ji ber zanîna Îsa şaş man. Wan dest pê kir ku pirsan ji wî bipirsin. Ew ji ber cewabên wî ecêbmayî man. Wan dît ku Îsa ji Qanûna Yehowa baş fehm dikir.
Ûsiv û Meryem pir xemgîn bûn. Meryemê got: ‘Kurê min, em li her derê li te geriyan! Tu li ku derê bûyî?’ Îsa got: ‘Ma we nizanibû ku gerek ez li mala Bavê xwe bim?’
Îsa bi dê û bavê xwe re vegeriya mala xwe ya li Nasirayê. Ûsiv Îsa dielimand karê xeratiyê. Tu çi difikirî, gava Îsa ciwan bû, ew yekî çawa bû? Wexta ku Îsa mezin dibû, hîkmeta wî zêde dibû û Xwedê û mirov ji wî razî bûn.
“Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min, di kûrahiya dilê min de ye şerîeta te” (Zebûr 40:8).