KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 79 r. 186-r. 187 p. 2
  • Îsa Gelek Mucîzeyan Çêdike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa Gelek Mucîzeyan Çêdike
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 79 r. 186-r. 187 p. 2
Kesên nexweş ji bo ku bên qenckirin tên cem Îsa

DERS 79

Îsa Gelek Mucîzeyan Çêdike

Îsa hat dinyayê ku mizgîniya Padîşahiya Xwedê belav bike. Yehowa ruhê pîroz da wî ku ew mucîzeyan çêke. Bi vî awayî Îsa nîşan dida ku gava ew bibe Padîşah ewê çi bike. Wî dikaribû her nexweşiyê qenc bike. Li her derê kesên nexweş dihatin cem wî û wî ew hemû qenc dikirin. Kesên kor dikaribû bibînin, kesên ker dikaribû bibihîzin, kesên felcbûyî dikaribû bimeşin û kesên din jî ji tesîra cinan xelas bûn. Her kesê ku destê xwe dida rîşiyên kincê Îsa rehet dibû. Gava Îsa diçû derekê, mirov li dû wî diçûn. Heta gava Îsa dixwest bi tena serê xwe bimîne jî, wî dîsa jî tu kes nedişand, lê alî wan dikir.

Carekê mirovan zilamekî felcbûyî anî mala ku Îsa lê bû. Lê ji ber ku gelek mirov li wir bûn, wan nikaribû derbasî hundir bibin. Loma wan di baniyê xênî de qulikek çêkir û ew zilam ji wir daxist cem Îsa. Îsa ji wî zilamî re got: ‘Rabe û bimeşe.’ Gava zilam rabû û meşiya, her kes lê ecêbmayî ma.

Careke din gava Îsa diket gundekî, deh zilamên bicuzam ên ku ji wî dûr sekinî bûn bang kir: ‘Îsa, alî me bike!’ Di wê demê de îzna mirovên bicuzam tune bû ku ew nêzîkî kesên din bibin. Îsa ji wan zilaman re got ku gerek ew herin îbadetgehê. Li gor Qanûna Yehowa, kesên ku ji cuzamê qenc dibûn lazim bû ku herin wir. Li ser rêya îbadetgehê, ew qenc bûn. Gava yekî ji wan fehm kir ku ew qenc bûye, ew vegeriya cem Îsa, ji wî re spas kir û pesnê Xwedê da. Ji van deh zilaman tenê yekî ji Îsa re spas kir.

Jinikek 12 salan nexweş bû û pir dixwest ku qenc bibe. Di nav qelebalixê de ew ji pişt ve nêzîkî Îsa bû û dest da rîşiyên xiftanê wî. Di cih de ew qenc bû. Îsa pirsî: ‘Kê destê xwe da kincê min?’ Jinik pir tirsiya, lê ew derket pêş û rastî ji wî re got. Îsa bi van gotinan dilê wê rehet kir: ‘Keça min, bi selametî here.’

Serokekî sînagogê yê bi navê Yaîros ji Îsa re got: ‘Keçika min a biçûk pir nexweş e. Ji kerema xwe re were mala min!’ Lê berî ku Îsa bigihîje mala Yaîros, keçik mir. Gava Îsa hat, wî dît ku gelek kes bi malbata wê re şînê digirin. Îsa ji wan re got: ‘Negirîn! Ew tenê raketî ye.’ Piştre wî destê keçikê girt û got: “Keçikê, rabe!” Di cih de ew rabû û Îsa ji dê û bavê wê re got ku gerek ew xwarinê bidin wê. Ka bîne ber çavê xwe ku dê û bavê wê çi qas kêfxweş bûn!

Îsa keça Yaîros ji mirinê radike

‘Xwedê Îsa bi ruhê pîroz hilbijart û qudret da wî. Îsa li welêt digeriya, tiştên qenc dikirin û kesên ku di bin tesîra Îblîs de êş dikişand qenc dikirin, çimkî Xwedê bi wî re bû’ (Karên Şandiyan 10:38).

Pirs: Îsa çima dikaribû hemû nexweşiyan qenc bike? Çi bi keça Yaîros hat?

Meta 9:18-26; 14:36; Marqos 2:1-12; 5:21-43; 6:55, 56; Lûqa 6:19; 8:41-56; 17:11-19

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne