DERS 81
Gotara li ser Çiyê
Piştî ku Îsa 12 şandiyên xwe hilbijartin, ew ji çiyê daket. Gelek mirov li benda wî bûn. Mirov ji Celîle, Cihûstan, Sûr, Sayda, Sûriye û aliyê din ê Urdunê hatibûn. Wan kesên nexweş û kesên ku bi cinan ketibûn bi xwe re anîbûn. Îsa ew hemû qenc kirin. Piştre Îsa li cihekî rûnişt û dest bi xeberdanê kir. Wî zelal kir ku em çawa dikarin bibin dostên Xwedê. Ji bo vê yekê, gerek em fehm bikin ku em hewceyî Yehowa ne û bielimin ku ji wî hez bikin. Lê eger em ji mirovên din hez nekin, em nikarin ji Xwedê hez bikin. Gerek em ji her kesî re heta ji dijminên xwe re jî qenc û dilrehm bin.
Îsa got: ‘Ne bes e ku hûn tenê ji hevalên xwe hez bikin. Gerek hûn ji dijminên xwe jî hez bikin û mirovan ji dil efû bikin. Eger kesek we aciz bike, zû herin cem wî û li hev werin. Her tiştê ku hûn dixwazin kesên din ji we re bikin, gerek hûn jî ji wan re eynî wisa bikin.’
Wekî din, Îsa li ser tiştên madî jî şîreteke baş da xelkê. Wî got: ‘Dostaniya bi Yehowa re ji gelek pereyan muhîmtir e. Diz dikare pereyên we bidizin, lê tu kes nikare dostaniya we ya bi Yehowa re ji we bistîne. Ji bo tiştên ku hûnê bixwin, vexwin an li xwe bikin xeman nexwin. Ka li çivîkan binêrin. Xwedê her tim wan têr dike. Xemxwarin emrê we rojekê jî dirêj nake. Ji bîr nekin ku Yehowa dizane ku çi ji we re lazim e.’
Xelkê qet nebihîstibû ku tu kes wek Îsa xeber dide. Alimên wan ên dînî tiştên wisa ji wan re nedigotin. Îsa çima mamosteyekî ew qas baş bû? Ji ber ku her tiştê ku wî dielimand ji Yehowa dihat.
“Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez dilnerm û dilnizm im, û hûnê ji bo canê xwe rihetiyê bistînin” (Meta 11:29).