DERS 91
Îsa ji Mirinê Hat Rakirin
Piştî ku Îsa mir, zilamekî dewlemend ê bi navê Ûsiv çû cem Pîlatos û îzin jê xwest ku cesedê Îsa ji dar bînin xwarê. Ûsiv cesedê wî bi giyayên bêhnxweş di nav kitanekî xas de pêçand. Piştre wî ew kir mezelekî nû û kevirekî giran danî ber deriyê mezel. Serokên kahînan ji Pîlatos re got: ‘Em ditirsin ku şagirtên Îsa werin cesedê wî bidizin û bêjin ku ew ji mirinê hatiye rakirin.’ Loma Pîlatos ji wan re got: ‘Kevirê mezel mor bikin û eskeran deynin ber.’
Piştî sê rojan serê sibê zû çend jin çûn ser mezel. Wan dît ku deriyê mezel vekirî ye. Gava ew ketin hundirê mezel, melekekî ji wan re got: ‘Netirsin. Îsa ji mirinê hatiye rakirin. Herin cem şagirtên wî û ji wan re bêjin ku ewê Îsa li Celîleyê bibînin.’
Meryema Mejdelanî bi ecele çû cem Petrûs û Yûhena. Wê ji wan re got: ‘Yekî cesedê Îsa biriye!’ Petrûs û Yûhena zû baz da û çûn ser mezel. Gava wan dît ku mezel vala ye, ew vegeriyan malên xwe.
Gava Meryem vegeriya ser mezel, wê di hundir de du melek dîtin. Wê ji wan re got: ‘Ez nizanim ku wan Efendiyê min biriye ku derê.’ Piştre wê zilamek dît. Meryem fikirî ku ew baxçevan e, loma wê got: ‘Ji kerema xwe re ji min re bêje ku we ew biriye ku derê.’ Lê gava wî zilamî got, “Meryem!” wê gavê wê fehm kir ku ew Îsa ye. Meryemê got: “Mamoste!” û Îsa hembêz kir. Îsa ji wê re got: ‘Here ji birayên min re bêje ku te ez dîtime.’ Di cih de Meryemê baz da cem şagirtan û ji wan re got ku wê Îsa dîtiye.
Piştre di eynî rojê de du şagirt ji Orşelîmê diçûn Emausê. Wexta ku ew di rê de dimeşiyan, zilamek hat cem wan û ji wan pirsî ku ew li ser çi xeber didin. Wan got: ‘Ma te nebihîstiye? Berî sê rojan, serokên kahînan Îsa kuşt. Lê niha çend jin dibêjin ku ew sax e!’ Wî zilamî pirsî: ‘Ma hûn bi gotinên pêxemberan bawer nakin? Wan gotibû ku Mesîh wê bimire û ji mirinê rabe.’ Piştre wî Nivîsarên Pîroz ji wan re zelal kirin. Gava ew gihîştin Emausê, şagirtan ji wî zilamî xwest ku ew bi wan re were. Wexta ku wan şîv dixwar, wî zilamî nan rakir û dua kir. Wê çaxê wan fehm kir ku ew Îsa ye. Piştî vê yekê, Îsa ji nişka ve winda bû.
Her du şagirt bi ecele çûn mala ku şandî li Orşelîmê li hev kom dibûn û tiştên ku çêbûn ji wan re gotin. Hemû di hundirê malê de bûn. Ji nişka ve Îsa xuya bû. Di serî de şandiyan bawer nekir ku ew Îsa ye. Paşê Îsa got: ‘Ka li destên min binêrin û destên xwe bidin min. Jixwe hatibû nivîsandin ku Mesîh wê ji mirinê rabe.’
“Rê, rastî û jiyan ez im. Tu kes bêyî min nikare were cem Bav” (Yûhena 14:6).