DERS 100
Pawlos û Tîmotêyos
Tîmotêyos birayekî ciwan yê di civata Lîstrayê de bû. Bavê wî Yûnan bû û diya wî Cihû bû. Diya wî Evnîkê û pîrika wî Loîsê Tîmotêyos ji zaroktiya wî ve li ser Yehowa dielimand.
Pawlos di sefera diduyan a xizmetê de çû Lîstrayê. Li wir wî dît ku Tîmotêyos bi rastî ji xwişk û birayan hez dike û ji dil alî wan dike. Pawlos Tîmotêyos dawet kir ku ew ji bo xizmetê pê re biçe seferê. Pawlos Tîmotêyos perwerde kir. Bi zeman re Tîmotêyos bû mamoste û mizgînvanekî baş.
Ruhê pîroz li her cihê ku Pawlos û Tîmotêyos diçûnê ji wan re rêberî dikir. Şevekê Pawlos dîtiniyek dît. Zilamekî ji Pawlos xwest ku were Makedonyayê û alî wan bike. Loma Pawlos, Tîmotêyos, Sîlas û Lûqa çûn wê derê ku mizgîniyê belav bikin û civatên nû ava bikin.
Li Makedonyayê li bajarê Selanîkê gelek jin û mêr bûn Mesîhî. Lê hinek Cihûyan hesûdiya Pawlos û hevalên wî dikir. Wan zilamên xerab li hev kom kirin û gelek bira bi zorê birin ber serokên bajêr. Wan bi dengekî bilind got: ‘Ev zilam dijminên dewleta Romayê ne!’ Jiyana Pawlos û Tîmotêyos di talûkeyê de bû. Ji ber vê yekê, ew wê şevê reviyan Beroyayê.
Xelkê Beroyayê ji dil hazir bû ku guh bide mizgîniyê. Hem Yûnan hem Cihû bûn şagirtên Îsa. Lê hinek Cihû ji Selanîkê hatin û problem derxistin. Ji ber vê yekê, Pawlos ji wir çû Atînayê. Tîmotêyos û Sîlas ji bo ku dilê xwişk û birayan xurt bikin li Beroyayê man. Piştî demekê Pawlos dîsa Tîmotêyos şand Selanîkê. Li wir zilm li xwişk û birayan dihat kirin û Tîmotêyos çû alî wan bike. Piştre Pawlos Tîmotêyos şand ku gelek civatên din ziyaret bike û cesaretê bide wan.
Pawlos ji Tîmotêyos re got: ‘Her kesê ku dixwaze ji Yehowa re xizmetê bike wê zilmê bibîne.’ Tîmotêyos ji ber îmana xwe rastî zilmê hat û ket hebsê. Lê ew kêfxweş bû ku wî dilsoziya xwe ji Yehowa re nîşan da.
Pawlos ji Filîpiyan re got: ‘Ez Tîmotêyos ji we re dişînim. Ewê ji we re maneya vê yekê zelal bike ku hûn çawa dikarin wek xizmetkarên Yehowa bijîn. Û ewê we di xizmetê de perwerde bike.’ Pawlos dizanibû ku ew dikare baweriya xwe bi Tîmotêyos bîne. Pawlos û Tîmotêyos bûn hevalên hev û gelek salan bi hev re xizmet dikir.
“Çimkî tu kesê min wek wî tune ye, yê ku bi dil û can xema we bixwe. Çimkî hemû kesên din ne li feydeya Îsa Mesîh, lê bi tenê li feydeya xwe digerin” (Filîpî 2:20, 21).