Qisim 8 Pêşgotin
Yehowa Silêman bi hîkmeteke mezin xelat kir. Wî îmtiyaza avakirina îbadetgehê da wî, lê bi zeman re ew ji Yehowa dûr ket. Ji zarokên xwe re zelal bikin ku pûtperestan çawa Silêman ji Xwedê dûr xist. Padîşahî bû du qisim û padîşahên xerab bûn sebeb ku milet ji rêya Yehowa derkeve û ji pûtan re îbadetê bike. Di wê demê de, gelek pêxemberên Yehowa yên dilsoz zilm dît û hatin kuştin. Padîşahiya bakur ji ber Îzebela Melîke hê bêtir ji îbadeta Xwedê dûr ket. Ev dem di tarîxa Îsraîlê de demeke reş û tarî bû. Lê di nav Îsraîliyan de hê jî xizmetkarên Yehowa yên dilsoz yên wek Yehoşafat Padîşah û Êlyas pêxember hebûn.