KILAM 83
“Mal bi Mal”
1. Em mal bi mal belav dikin
peyama Yehowa.
Em hêviyeke xweş didin
hemû kesên hêja.
Wek Îsa Mesîh gotibû
em Padîşahiyê
bê rawestin îlan dikin
li hemû dinyayê.
2. Em mal bi mal xizmet dikin,
bi xebera xêrê,
nîşanî her kesî dikin
rêya xelasiyê.
Em gazî yên dilpak dikin
ku nas bikin Xwedê.
Em navê wî beyan dikin
her gav, li her derê.
3. Îro em mal bi mal diçin,
cewab her çi be jî.
Nayê zanîn ji berê ve
ku kî ye berx û mî.
Xwedê fersendê dide wan
ku bibin dostên wî.
Loma xizmeta mal bi mal
muhîm e bi rastî.
(Li van ayetan jî binêre: Kar. 2:21; Rom. 10:14)