KILAM 93
Em ji bo Civînan Spasdar in
1. Em spasdar in, ey Yehowa,
ji bo van civînên xwe.
Bila ruhê te bimîne
bi dewamî li ser me.
2. Rastiyê rêyî me bide,
hiş û dilê me veke.
Hezkirina me zêde be
bi saya telîma te.
3. Îbadeta me ji te re
meqbûl be, Xwedayê me.
Em ji dil dixwazin hurmet
û rûmetê bidin te.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 22:22; 34:3; Îşa. 50:4)