KILAM 145
Ceneta Sozdayî
1. Bi bawerî, em xwe dispêrin
hemû soz û wehdên Xwedê.
Hindik maye, emê bibînin
dawiya her xerabiyê.
(DÎSGOTIN)
Îsa Mesîh wê pêk bîne
hemû sozên Xwedayê me.
Ewê erdê bike cenet,
pir nêzîk e ev bereket!
2. Kesên mirî wê dîsa rabin
ji bo jiyana herheyî.
Ewê çi qas kêfê bistînin
li dinyaya paqijkirî!
(DÎSGOTIN)
Îsa Mesîh wê pêk bîne
hemû sozên Xwedayê me.
Ewê erdê bike cenet,
pir nêzîk e ev bereket!
3. Padîşahî wê van nîmetan
bibe serî, em emîn in.
Em spas dikin ji Yehowa re,
em pesnê navê wî didin.
(DÎSGOTIN)
Îsa Mesîh wê pêk bîne
hemû sozên Xwedayê me.
Ewê erdê bike cenet,
pir nêzîk e ev bereket!
(Li van ayetan jî binêre: Met. 5:5; 6:10; Yûh. 5:28, 29)