KILAM 161
Ezê Daxwaza Te Bikim
(Zebûr 40:8)
1. Gava Îsa ji avê derket,
xebera te ket dilê wî.
Ew hazir bû ku armanca te
pêk bîne bi dilsozî.
Navê te bi xîret û rastî
wî pîroz dikir her tim.
Ew yekî çi qas fedakar bû,
bila ez jî wisa bim!
(DÎSGOTIN)
Ji dilê xwe amade me
ku pêk bînim daxwaza te.
Dilê min geş, dilê min xweş,
rêya min ronahî ye.
Kerema te li ser min e,
umîda min li ber min e.
Bi şev û roj amade me
ku ez bikim emrê te,
daxwaza te.
2. Naskirina te, ey Yehowa,
çi şerefeke mezin e.
Bi xebera te ez dicoşim,
dinya alem bizane.
Ezê navê te îlan bikim,
rêya te çi qas xweş e.
Ya Xwedê, ez pir serbilind im
ku ez aîdî te me.
(DÎSGOTIN)
Ji dilê xwe amade me
ku pêk bînim daxwaza te.
Dilê min geş, dilê min xweş,
rêya min ronahî ye.
Kerema te li ser min e,
umîda min li ber min e.
Bi şev û roj amade me
ku ez bikim emrê te,
daxwaza te.
Ez tim amade me!
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 40:3, 10.)