Naverok
HEFTIYA 29 GULANÊ 2017–4 HEZÎRANÊ 2017
Te li ber Yehowa çend caran sond xwar? Gelo tu sondên xwe tînî cih? Dibe ku te sonda xwedayînê an sonda zewacê xwariye. Di vê meqaleyê de, emê li ser serpêhatiyên Yeftah û Hannayê bipeyivin. Wan sondên xwe bi dilsozî anîn cih, û emê bibînin ku em çawa dikarin dilsoziya wan ji xwe re bikin nimûne.
HEFTIYA 5-11 HEZÎRANÊ 2017
9 Padîşahiya Xwedê wê Kîjan Tiştên Xerab Tune Bike?
Em pir caran tînin bîra xwe ku di Cenetê de Yehowa wê kîjan tiştên xweş bide me. Lê belê di vê meqaleyê de, emê bielimin ku Xwedê wê kîjan tiştên xerab tune bike da ku dinya bi aştî û dilşadiyê tije be. Ev melûmat wê baweriya me wê hê xurttir bike û alî me bike ku em heta dawiyê sebir bikin.
14 Serpêhatî—Ne Leşkerekî vê Dinyayê, Lê Leşkerekî Mesîh
HEFTIYA 12-18 HEZÎRANÊ 2017
18 “Hakimê Hemû Dinyayê” Her Tim Adil e
HEFTIYA 19-25 HEZÎRANÊ 2017
Çaxa em li neheqiyê rast tên an jî dibînin ku ji yekî din re neheqî tê kirin, dibe ku bawerî, dilnizmî û dilsoziya me bê ceribandin. Di van du meqaleyan de, emê bibînin ku sê serpêhatiyên Kitêba Pîroz çawa alî me dikin ku em wek Yehowa adil bin.
HEFTIYA 26 HEZÎRANÊ 2017-2 TÎRMEHÊ 2017
28 Bila Dilxwaziya Te Pesnê Yehowa Bide!
Hewcedariya Yehowa bi tiştekî tune. Dîsa jî, ew dilşad dibe çaxa em bi dil û can destek didin serweriya wî. Beşên 4 û 5an a kitêba Serweran rêyî me didin ku Yehowa pir qîmet dide guhdarî û dilxwaziya me.