Naverok
3 Ew Bi Dilxwazî Xizmet Dikin—Li Tirkiyeyê
HEFTIYA 28 TEBAXÊ 2017–3 ÎLONÊ 2017
Ev meqale nîşan dide ku em çawa dikarin bi serweta xwe ya madî li ezmanan “ji xwe re dostan çêkin” (Lûqa 16:9). Wekî din, ev meqale alî me dike ku em nebin xulamên tîcareta çavbirçî, lê heta ku ji destê me tê ji Yehowa re xizmet bikin.
HEFTIYA 4-10 ÎLONÊ 2017
12 “Bi Yên ku Digirîn re Bigirîn”
Şagirtekî Îsa çawa dikare serî bi mirina hezkiriyekî xwe re derxîne? Yehowa bi navgîniya Îsa Mesîh, Kitêba Pîroz û civatê teselî dide. Ev meqale nîşan dide ku em çawa dikarin teselî bistînin û dilê kesên ku şîn digirin rihet bikin.
HEFTIYA 11-17 ÎLONÊ 2017
Zebûr 147 xizmetkarên Xwedê teşwîq dike ku ew pesnê Yehowa bidin. Zebûrbêj çima dixwest pesnê Yehowa bide? Ev meqale rêyî me dide ku gerek em çawa pesnê Xwedê bidin.
HEFTIYA 18-24 ÎLONÊ 2017
22 Bila Yehowa Hemû Planên Te Pêk Bîne
Gelek xwişk û birayên ciwan dibin xizmetkarên tamrojî. Gelo tu jî dixwazî vê xizmetê bikî? Ev meqale nîşan dide ku Kitêba Pîroz çi dibêje ji bo ku tu dilşad û serkeftî bibî.