KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w19 Nîsan r. 26-30
  • Me ji Xwe re “Durekî Gelek Giranbiha” Dît

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Me ji Xwe re “Durekî Gelek Giranbiha” Dît
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
w19 Nîsan r. 26-30
Winston û Pamela Payne di ciwantiya xwe de li ser zinareke li ber behrê rûdinin

SERPÊHATÎ

Me ji Xwe re “Durekî Gelek Giranbiha” Dît

Vebêj: Winston û Pamela Payne

WINSTON û Pamela Payne li buroya Awistralasyayê xizmet dikin. Wan bi hev re emrekî baş derbas kir, lê belê tengasiyên wan jî hebûn. Ew hînî cure cure kultûran bûn, û wan derdê jiberçûna zarokê xwe kişand. Dîsa jî, li gel van tengasiyan, wan hezkirina Yehowa, hezkirina xwişk û birayan û dilxweşiya xizmetê winda nekirin. Li vê sohbetê, ewê ji me re behsa jiyana xwe bikin.

Winston, ka bêje, tu çawa li Xwedê geriyayî?

Malbata min ne dîndar bû. Ez li çevlikeke li Queenslandê (Awistralya) mezin bûm. Ji ber ku çevlika me li cihekî dûr bû, ji xeynî malbata min nasên min kêm bûn. Gava ez weke 12 salî bûm, min dest bi gerîna li Xwedê kir. Min ji wî re dua dikir ku ez wî nas bikim. Paşê, ez ji çevlika me derbasî Adelaide’ê (Awistralyaya Başûr) bûm, û min ji xwe re îşek dît. Gava ez 21 salî bûm, ez ji bo tatîlê çûm Sîdneyê û li wir ez rastî Pamelayê hatim. Wê ji min re behsa koma Brîtanî-Îsraêlî dikir. Ev kom îdîa dike ku miletê Brîtanî zuriyeta eşîrên windabûyî yên Îsraêl e. Li gor vê komê, ew zuriyeta 10 eşîrên padîşahiya bakur in, ên ku li sedsala heştan a B.M. hatibûn sirgûn kirin. Loma, gava ez vegeriyam Adelaide’ê, min ji hevalkarê xwe re ku tevî Şahidên Yehowa dest bi kursa Kitêba Pîroz kiribû, behsa vê mijarê kir. Sohbeta me çend saet dewam kir, û me bi piranî di heqê baweriya Şahîdên Yehowa de xeber da. Min fehm kir ku Xwedê cewaba duayên min da. Ez êdî rastiya di heqê Afirandêr û Padîşahiya wî de dielimîm. Belê, min “durekî gelek giranbiha” dît! (Met. 13:45, 46).

Pamela, tu jî ji ciwantiya xwe ve li vî durî digeriyayî. Te ew çawa dît?

Ez li malbateke dîndar li bajarê Coffs Harbourê (New South Wales) mezin bûm. Dê û bav û bapîrên min hînkirinên vê koma Brîtanî-Îsraêlî qebûl dikirin. Ez, birayê minî biçûk, xwişka mine mezin û çend zarokên xal û xaltiya min, me gişt bawer dikir ku Xwedê herî zêde ji kesên ku bapîrên wan Brîtanî ne, hez dike. Lê belê vê hînkirinê tu car dilê min negirt, û ez ji aliyê ruhî ve birçî bûm. Gava ez 14 salî bûm, ez çûm gelek dêran, mesela dêra Anglîkan, dêra Baptîst û dêra Adventîstên Roja Heftemîn. Lê dîsa jî, ez ji aliyê ruhî ve têr nedibûm.

Paşê, malbata min derbasî bajarê Sîdneyê bû. Li wê derê, ez rastî Winston hatim, ku ji bo tatîlê hatibû Sîdneyê. Wek Winston got, muzakereya me ya di heqê dîn û baweriyê de bû sebeb ku wî bi Şahidên Yehowa re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Piştî vê, nameyên ku wî ji min re dişandin bi ayetên Kitêba Pîroz ve tije bûn. Di destpêkê de, ez ecêbmayî mam û bihêrs jî bûm. Lê bi zeman re, min fehm kir ku tiştên ku Winston ji min re nivîsîn, rast in.

Li sala 1962an, ez derbasî bajarê Adelaide’ê bûm ku ez nêzikî Winston bibim. Wî ez li mala cotekî Şahidên Yehowa yên bi navê Thomas û Janice Sloman, ên ku li Papua Gîneya Nû wek mizgînvanên wezîfedar xizmet kiribû, cihwar kirim. Ew bi min re pir dilgerm bûn. Ez tenê 18 salî bûm, lê bi alîkariya wan ez ji aliyê ruhî ve bi pêş ve çûm. Û min jî dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir, û pir wext derbas nebû ku ez îqna bûm ku min rastî dîtiye! Piştî ku em zewicîn, me hema dest bi xizmeta tamrojî kir, û bi vê yekê me ji bo jiyaneke bibereket gava pêşîn avêt. Paşê, her çi qas me carinan tengasî dikişand jî, teqdîra me ji bo vî durî her ku diçû zêde dibû.

Winston, ji kerema xwe re behsa destpêka xizmeta xwe bike.

Xerîteya seyahatên Winston û Pamela; pûlên posteyê ji hin giravan; girava Funafutiyê li Tûvalûyê

A. Xerîteya seyahatên me di îşê naziriya herêmî de

B. Pûlên posteyê ji hin giravan. Berê, Kirîbatî û Tûvalû wek Giravên Gilbert û Ellice dihatin bi nav kirin

C. Tûvalû: Funafutî giraveke mircan e. Ev girava xweşik yek ji gelek giravan e, ya ku em diçûn heta ku mizgînvanên wezîfedar hatin tayîn kirin

Piştî ku em zewicîn, pir wext derbas nebû ku Yehowa gelek ‘deriyên fireh’ li ber me vekir ku em xizmeta xwe zêde bikin (1. Kor. 16:9). Deriyê pêşîn birayê Jack Porter nîşanî me da, yê ku li civata meye biçûk nazirê herêmî bû (ew niha tevî min li Heyeta Temsîlkar a Awistralasyayê xizmet dike). Jack û jina wî Roslyn, em ji bo pêşengtiya daîmî teşwîq kirin, û me ev xizmet pênc sal berdewam kir. Gava ez 29 salî bûm, ez û Pamela, em hatin dawet kirin ku em li Giravên Okyanûsa Mezin a Başûr, ên ku wê demê di bin rêberiya buroya Fîjiyê de bûn, di îşê naziriya herêmî de xizmet bikin. Navên van giravan wisa ne: Samoaya Amerîkî, Samoa, Kirîbatî, Naûrû, Niûe, Tokelau, Tonga, Tûvalû û Vanûatû.

Li wan salan, hin kesên ku li giravên dûr dijiyan, îtibariya xwe bi Şahidên Yehowa nedianî. Ji ber vê yekê, gerek me bi dîqat û bi hîkmet hereket bikira (Met. 10:16). Civat biçûk bûn, û hin civatan nikaribû ji bo me cihê raketinê tedarek bikira. Seba vê, em li cem gundiyan diman, ên ku her tim ji me re baş bûn.

Winston, tu bi rastî bi şixulê wergerandinê pir eleqedar î. Meraqa te çawa dest pê kir?

Samoa: Winston Payne kursa kalên civatê îdare dike

Samoa: Kursa kalên civatê

Çaxa me li girava Tongayê dest bi xizmetê kir, bi zimanê Tongayî tenê çend belavok û broşûr hebûn. Xwişk û birayên me li xizmetê kitêba The Truth That Leads to Eternal Life bi zimanê Înglîzî bi kar dianî û bi vê kitêbê tevî mirovan kursa Kitêba Pîroz îdare dikir. Li dema kursa ji bo kalên civatê ku çar heftî dikişand, sê kalên civatê ku hinek zimanê Înglîzî dizanibû, hazir bûn ku vê kitêbê bi zimanê Tongayî wergerînin. Pamelayê metna wergerandî bi daktîloyê nivîsî. Paşê, me ev tercûme şand buroya Amerîkayê ku ew bê çap kirin. Ev proje weke heşt hefte kişandin. Rast e, tercûme ne ew qas baş bû, lê dîsa jî, bi saya vê kitêbê gelek mirovên ku bi zimanê Tongayî xeber dida, rastiya Kitêba Pîroz bihîst. Ez û Pamela, em bi eslê xwe tercûman nînin, lê vê projeyê bala me kişand li ser vî îşî.

Pamela, jiyana li Awistralyayê û li giravan çawa ji hev cuda bûn?

Winston û Pamela Payne li dema xizmeta naziriya herêmî li vê otobûsê diman

Yek ji malên ku em li dema xizmeta me ya naziriya herêmî lê diman

Bi temamî ji hev cuda bûn! Hin girav tijî kermêş û mişk bûn. Hewa pir binem bû, em nexweş diketin, û xwarin carinan kêm bû. Lê belê, li dawiya her rojê, gava me ji mala xwe li okyanûsê dinêrî, me her tişt ji bîr dikir û em rihet dibûn. Li Samoayê banên malan ji ka dihatin çêkirin û dîwar tune bûn. Bi zimanê wan ji bo van malan dibêjin fale. Di bin ronahiya hîvê de, palmiye û behrê pir xweş xuya dikir. Van tiştên xweşîk em teşwîq dikirin ku em dua bikin û ne li ser tiştên negatîf, lê li ser tiştên pozîtîf kûr bifikirin.

Me ji zarokên wê derê gelek hez dikir. Wan gelek kenê me dianî, ji bo wan em gelek balkêş bûn, çimkî em xerîbên bi çermê spî bûn. Carekê, gava em çûn girava Niûeyê, zarokekî destê xwe ser pirça milê Winston bir û anî, û wisa got: “Hiria te li min xweş tê.” Wî cara pêşîn milên wisa bipirç didîtin, û loma nizanibû ku çi bêje!

Dilê me diêşiya çaxa me feqîriya mirovên wê derê didît. Rast e, wan li cihekî gelek xweşik dijiyan, lê ji aliyê sihetê ve halê wan ne baş bû û ava vexwarinê jî li vir kêm bû. Dîsa jî, xwişk û birayên me ji bo vê pir xem nedikişand. Ev yek bona wan tiştekî tabiî bû. Ew bi malbatên xwe re şa dibûn. Û ew pir şa dibûn gava ew li hev top dibûn ku îbadetê bikin. Em ji wan vê yekê elimîn ku gerek em hişê xwe bidin ser tiştên muhîm û jiyana xwe sade bikin.

Pamela, li hin deran, anîna avê û çêkirina xwarinan çetin bû. Te çawa serî bi tengasiyên wisa re derdixist?

Tonga: Pamela kincan dişo

Tonga: Pamela kincên me dişo

Ez ji bavê xwe re şikurdar im ku wî hunerên pratîk hînî min kiriye, mesela, vêxistina agir, çêkirina xwarinan û debarkirina bi hin tiştan. Carekê, çaxa em çûn Kirîbatê, em li maleke biçûk man, a ku ji ka hatibû çêkirin, erdê xanî ji mircan bû û dîwar ji bambûsê hatibû çêkirin. Ji bo ku ez xwarinan çêkim, min erd dikola, û di çalê de bi qalçikên gûzên Hindê agir vêdixist. Ji bo avê, ez bi pîrekên gund diçûm ber bîrê. Wan ji bo kişandina avê şiveke weke 2 metre bi kar dianî, û têlek bi serê şivê ve girêdayî bû. Ev mîna şivika masîgirtinê bû, lê dewsa çengela ji bo masîgirtinê, kodika hesin bi têl ve girêdayî bû. Her pîrekê di dora xwe de bi vê şivê hema ji carekê ve kodik wisa li avê dixist ku av tije bibe. Ez difikirîm ku ev zor nîne, lê çaxa dora min hat, min dît ku ez nikarim vê bikim. Min çend caran bi şivê kodik diavêt, lê ew li ser avê re diçû û av nediket hindurê wê! Gişt bi min dikeniyan, lê paşê jinikekê alî min kir. Gelekan alî min dikir û ji min re dilnerm bûn.

We herdu jî ji xizmeta li ser van giravan hez kir. Hûn dikarin ji me re behsa çend serpêhatiyên xweş bikin?

Winston: Ji me re wext lazim bû ku em hînî hin adetan bibin. Mesela, çaxa xwişk û birayan ji me re sifre vedikir, wan hemû xwarin dianîn ber me. Me nizanibû ku gerek em ji wan re jî tiştek bihişta. Loma wan çi dida ber me, me hemû tişt dixwarin. Me ev dereng fehm kir ku bi rastî me gerek çi bikira, û me êdî ji wan re jî xwarin dihişt. Me gelek şaşî dikir, lê xwişk û birayan me fehm dikir û nedixeyidîn. Ew gelek şa dibûn gava me her şeş meh diçûn ziyareta wan. Li wan salan, ji xeynî me û xwişk û birayên civata wan, wan tu xwişk û birayên din nas nedikirin.

Girava Niûeyê: Winson komekê bi motosîkletan dibe xizmetê

Girava Niûeyê: Em tevî xwişk û bira diçin xizmetê

Ziyaretên me li ser însanên wê derê baş tesîr dikir. Gelek ji wan difikirîn ku ev bawerî ji aliyê xwişk û birayên herêmî ve hatiye îcad kirin. Lê çaxa kesek ji welatekî xerîb diçû ziyareta xwişk û birayan, xelkê herêmî fehm dikir ku em teşkîlateke cîhanî ne, û ku em xema hevdu dixwin.

Pamela: Tiştek heye ku gelek caran tê bîra min û dilê min şa dike. Li Kirîbatiyê, civat pir biçûk bû, û tenê yek kalê civatê hebû. Navê wî Itinikai Matera bû. Wî ji bo me gelek xem dixwar. Rojekê, wî ji me re hêkek anî û got: “Eva bona we ye.” Hingê hêka mirîşkê ji bo me xwarineke pir biqîmet bû. Ev qencî gelek dilê me girt.

Pamela, em dizanin ku çend sal bi şûn de, te zarokek ji ber da. Hingê çi alî te kir ku tu ber vî derdî sebat bikî?

Li sala 1973an, çaxa ez û Winston li Okyanûsa Mezin a Başûr bûn, ez bihemle mam. Me qerar da ku em vegerin Awistralyayê, lê çar meh bi şûn de, me zarokê winda kir. Seba vê, Winston jî gelek xemgîn bû. Rast e, ev êş û derd hêdî hêdî kêm dibû, lê ev êşa dilê min bi temamî ancax derbas bû gava me kovara The Watchtower ya 15 Nîsan 2009 stend. Li vê kovarê, li “Pirsên Xwendevanan”, ev pirs dihat şêwir kirin: “Gelo ji bo zarokên ku di malzaroka dayikê de dimirin, hêvî heye?” Vê meqaleyê dil da me ku Yehowa, yê ku her tim tiştên rast dike, wê bi xwe vê yekê safî bike. Ewê hemû êş û derdên me ku em di vê dinyaya xerab de dikişînin, qenc bike, û karên Îblîs bi destê Îsa xera bike (1. Yûh. 3:8). Vê meqaleyê wisa jî alî me kir ku em hê zêde qîmetê bidin “durê” xweyî giranbiha. Eger me mizgîna Padîşahiyê nizanibûya, emê li ku derê bibûna?

Piştî mirina zarokê me, me dîsa dest bi xizmeta tamrojî kir. Me çend meh li buroya Awistralyayê xizmet kir û paşê me dîsa îşê naziriya herêmî kir. Li sala 1981ê, piştî ku me çar sal li herêma New South Wales û Sîdneyê xizmet kiribû, em hatin gazî kirin buroya Awistralyayê, û em heta îro jî li wê derê ne.

Winston, tu niha endamê Heyeta Temsîlkar a Buroya Awistralasyayê yî. Gelo tecrûbeya ku te li Giravên Okyanûsa Mezin a Başûr qezenc kir, alî te dike?

Belê, di gelek waran de alî min dike. Serê pêşîn, Samoa û Samoaya Amerîkî ketin bin rêberiya buroya Awistralyayê. Paşê, buroya Zelendaya Nû jî tevî Awistralyayê bû yek. Niha jî, Awistralya, Samoaya Amerîkî, Samoa, Giravên Cook, Zelendaya Nû, Niûe, Timor-Leste, Tokelau û Tonga gişt di bin rêberiya buroya Awistralasyayê de ne. Tecrûbeya ku min li wan giravan qezenc kiribû ji bo min pir bifeyde ye, çimkî ez niha li buroyê piştgiriya wan dikim.

Winston û Pamela Payne li buroya Awistralasyayê

Winston û Pamela li buroya Awistralasyayê

Ez û Pamela, me di emrê xwe de eva baş fehm kiriye ku ne tenê kesên mezin, lê kesên biçûk jî li Xwedê digerin. Ew jî dixwazin vê ‘durê gelek giranbiha’ bibînin, endamên malbata wan qebûl nekin jî (2. Qra. 5:2, 3; 2. Dîr. 34:1-3). Bê guman, Yehowa hezkirin e û ew dixwaze ku hemû mirov – bila mezin be an biçûk be – jiyana bêdawî bistînin!

50 sal berê, çaxa min û Pamelayê dixwest Xwedê nas bikin, me nikaribû texmîn bikira ku vê yekê wê çi keremên mezin bidana me. Rastiya di heqê Padîşahiyê de bi rastî jî durekî pir biqîmet e! Em dixwazin vî durê biqîmet tu caran ji destê xwe bernedin!

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne