WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gelo Ez Dikarim Bibim Pêşengê Alîkar?
Dîtina Hêzekîêl a der heqê perestgehê de eyan dike ku xizmetkarên Yehowa wê qurbanên dilxwaz pêşkêş bikin. Em çawa dikarin qurbanên pesndayînê bidin Xwedê? (Îbr 13:15, 16).
Mesela, em dikarin bibin pêşengên alîkar. Di çend mehên li sala xizmetê ya 2018an de, pênc rojên şemî an yekşemê hene. Ev ji bo kesên ku di îşekî tamrojî de dixebitin û bi zêdeyî rojên şemî û yekşemê diçin xizmetê pir baş e. Wekî din, li mehên Adar û Nîsanê û li meha ziyareta nazirê herêmî, mizgînvan dikarin ji xwe re armanca 30 an 50 saetî hilbijêrin.
Eger rewşa me îzin nede ku em bibin pêşengê alîkar, em dikarin çi bikin? Eger wisa be jî, em dîsa jî dikarin wesfa xizmeta xwe baştir bikin. Dibe ku em dikarin xizmeta xwe zêdetir bikin jî. Bila hezkirina me ji Yehowa re alî me bike ku li sala xizmetê ya 2018an, em heta ku ji destê me bê qurbanên herî baş bidin Yehowa! (Hş 14:2).
Ez çawa dikarim xîreta Sabinayê ji xwe re bikim nimûne?
LI VÎDEOYA BI ALÎKARIYA YEHOWA EZ HEMÛ TIŞT DIKARIM BIKIM (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Sabina çima dixwaze ji Yehowa re zêdetir xizmet bike?
Mîsala Sabinayê te çawa teşwîq dike?
Li sala xizmetê ya 2018an, tu dikarî li kîjan mehê (an mehan) bibî pêşengê alîkar?