WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Tu Çima Qîmet Didî Îbadeta Pak?
Cihûyên sirgûnkirî ji dîtiniya perestgehê cesaret distand, çimkî dîtiniyê umîd dida wan ku îbadeta pak wê ji nû ve bê saz kirin. Di rojên dawîn de, îbadeta pak “di serê çiyayan de” hatiye “zeximandin”, û di nav hemû miletên ku hildikişin vê çiyayê de, em jî hene (Îş 2:2). Gelo tu her tim tînî ber çavê xwe ku naskirin û xizmetkirina Yehowa îmtiyazeke çi qas mezin e?
NÎMETÊN ÎBADETA PAK:
Bi saya zêdetiya xwarina ruhî, em cewabên pirsên muhîm, rêberiya saxlem û umîdeke emîn distînin (Îş 48:17, 18; 65:13; Rm 15:4).
Em dibin para biratiya cîhanî, ya ku bi hezkirinê tije ye (Zb 133:1; Yh 13:35).
Em di xebateke xweş de bi Xwedê re hevkariyê dikin (Kar 20:35; 1Kr 3:9).
Gava tengahiyên me çêdibin, “aştiya Xwedê” qewet dide me (Flp 4:6, 7).
Em dibin xwediyê wijdanê pak (2Tîm 1:3).
Em dibin dostên Yehowa (Zb 25:14).
Ez çawa dikarim nîşan bidim ku ez qîmet didim îbadeta pak?