WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Hînî Wan Bike ku Ew Her Tim ji Yehowa re Xizmet Bikin
Wek hatiye dîtin, mizgînvanên nû, yên ku ji serî de hîn dibin ku ew her tim bixîret derkevin xizmetê, bi zeman re dibin mizgînvanên bitecrûbe (Mtl 22:6; Flp 3:16). Tu çawa dikarî alî xwendekarên xwe bikî ku ew ji aliyê hunerên xizmetê ve pêş ve herin? Hin pêşniyaz ev in:
Wexta ku xwendekarên te dibin mizgînvan, der hal dest bi hînkirina wan bike (km-E 8/15 1). Ji wan re nîşan bide ku çi qas muhîm e ku ew her hefte derkevin xizmetê (Flp 1:10). Gava tu behsa herêmê dikî, tiştên pozîtîf bibêje (Flp 4:8). Wan teşwîq bike ku ew tevî nazirê komê û mizgînvanên din jî xizmet bikin. Bi vî awayî, ewê ji tecrûbeya wan feyde bibînin (Mtl 1:5); (km-E 10/12 6 par. 3).
Piştî ku xwendekarên te hatine bin av kirin jî, dev ji teşwîqkirina wan bernede. Hê lazim e ku tu ji aliyê xizmetê ve hînî wan bikî, hele ku eger we kitêba “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke” (bi Kurmanciya Qafkasyayê) hê xelas nekiriye (km-E 12/13 7).
Çaxa tu tevî mizgînvanên nû xizmet dikî, pêşkêşekî hêsan bixebitîne. Piştî ku wan pêşkêşa xwe kir, bi dil û can pesnê wan bide. Nîşan bide ku ew çawa dikarin hê jî bitesîrtir bibin (km-E 5/10 7).