XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | TSÊFANYA 1–HAGAY 2
Berî Roja Hêrsa Yehowa li Wî Bigere
Tsf 2:2, 3
Ji bo ku em li roja hêrsa Yehowa bifilitin, ne bes e ku em xwe bidin wî. Gerek em guhdariya rêberiya Tsêfanya bikin, a ku wî dabû Îsraêliyan.
Li Yehowa bigere: Dostiya xwe bi Yehowa re xwedî bike û nêzikî teşkîlata wî bimîne.
Li rastiyê bigere: Li gor standardên adil ên Yehowa bijî.
Li dilnizmiyê bigere: Daxwaza Yehowa bi dilnizmî bîne cih û şîretên wî qebûl bike.
Ez çawa dikarim zêdetir li Yehowa, li rastiyê û li dilnizmiyê bigerim?