KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb18 Çile r. 8
  • Pêşî Here bi Birayê Xwe re li Hev Were – Çawa?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Pêşî Here bi Birayê Xwe re li Hev Were – Çawa?
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
  • Malzemeya Eleqedar
  • “Van Biçûkan” Neterpilîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Bi Dewamî “Guhdariya Wî Bikin”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
mwb18 Çile r. 8

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Pêşî Here bi Birayê Xwe re li Hev Were – Çawa?

Mirov qurbana xwe li ser gurîgehê dihêle û diçe da ku tevî birê xwe hev werê

Xeyal bike ku tu di dema Îsa de, di Celîleyê de dijî. Tu diçî Orşelîmê ji bo Cejna Holikan. Bajar tije însan e. Tu dixwazî qurbana xwe ji Yehowa re pêşkêş bikî. Loma tu karikekê digirî û dikevî riya perestgehê. Perestgeh bi kesên ku dixwazin qurbanên xwe pêşkêş bikin ve tije ye. Nîhayet rêz, rêza te ye ku tu karika xwe bidî destê kahînan. Ji nişka ve, tê bîra te ku dilê birayê te ji te maye. Ew jî hatiye Orşelîmê, lê tu nizanî ku ew li ku derê ye. Îsa şîrove dike ku gerek tu çi bikî (Metta 5:24 bixwîne). Tu û birayê teyî xeyîdî, hûn çawa dikarin li gor gotinên Îsa li hev bên? Li çarçoveyên jêr, cewabên rast îşaret bike.

GEREK TU ...

  • bi birayê xwe re bipeyivî, lê tenê eger tu difikirî ku sebeba wî heye ku ji te re bixeyîde

  • fikrên birayê xwe rast bikî eger tu dikirî ku ew bi zêdeyî xeydok e an jî sûc, sûcê wî ye

  • bi sebir guhdariya birayê xwe bikî, û eger tu wî bi temamî fehm nekî jî, ji dil efû bixwaze ji ber ku te dilê wî êşandiye an jî ji bo netîceyên bêhemdî yên kirinên te

GEREK BIRAYÊ TE ...

  • li piştgiriya xwişk û birayên din bigere û ji wan re bibêje ku te ew çawa êşandiye

  • bi te bixeyîde, hûr bi hûr der heqê şaşiya te de bipeyive û zôrê li te bide ku tu sûcê xwe qebûl bikî

  • dilnizmî û cesareta te teqdîr bike ku tu hatiye cem wî, û gerek ew te ji dil efû bike

Îro em êdî di îbadeta xwe de heywanan qurban nakin. Dîsa jî, Îsa çawa nîşan da ku îbadeta meqbûl bi vê yekê ve girêdayî ye ku em bi birayê xwe re di selametê de bin?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne