KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb18 Adar r. 7
  • “Hişyar Bimînin”

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • “Hişyar Bimînin”
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
  • Malzemeya Eleqedar
  • Ji Mîsalên Îsa Mesîh Dersan Bigire
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Xuyabûna Yê Bêqanûn
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
mwb18 Adar r. 7
Deh keçikên mesela Îsa

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | METTA 25

“Hişyar Bimînin”

25:1-12

Mesela deh keçikan her çi qas ji bo şagirtên Îsa yên meshkirî hatiye dayîn jî, hemû şagirtên wî dikarin jê ders bistînin (w15-RDU 1/3 12-16). “Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin” (Mt 25:13). Maneya vê meselê çi ye?

  • Zava (ayet 1): Îsa

  • Keçikên şehreza (ayet 2): Şagirtên meshkirî yên ku hazir in ku şixulê xwe bi dilsozî bînin cih û heta dawiyê ronahiyê bidin (Flp 2:15)

  • Îlana “Va ye zava tê!” (ayet 6): Îşareta hazirbûna Îsa

  • Keçikên bêaqil (ayet 8): Şagirtên meshkirî yên ku derdikevin ku rastî zavê bibin, lê heta dawiyê hişyar namînin û dilsozî û rastiya xwe berdewam nakin

  • Keçikên şehreza dohnê xwe nadin (ayet 9): Piştî mora dawîn, meshkiriyên dilsoz êdî nikarin alîkariyê bidin meshkiriyên ku ji rê derketine

  • “Zava hat” (ayet 10): Nêzikî dawiya tengahiya mezin, Îsa tê ji bo ku hikum bide

  • Keçikên şehreza bi zavê re dikevin şahiya dawetê û derî tê girtin (ayet 10): Îsa meshkiriyên dilsoz li ezmanan top dike, lê belê yên ku ne dilsoz in xelata xwe winda dikin

Ev mesele nayê maneya ku gelek meshkirî wê ji rê derkevin û kesên din wê cihê wan bigirin. Bi eslê xwe, ev mesele şagirtên meshkirî hişyar dike. Belê, ew dikarin an hazir û hişyar bimînin an jî bêaqil û nedilsoz bibin. Îsa wisa got: “Hûn jî amade bin” (Mt 24:44). Hêviya me çi be jî, Îsa dixwaze ku em dilê xwe hazir bikin ji bo ku em xizmeta xwe bi dilsozî bînin cih û hişyar bimînin.

Ez çawa eyan dikim ku ez hişyar dimînim?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne