XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | LÛQA 10-11
Mesela Sameriyê Dilpak
Piştî ku yekî got: “Ma cîranê min kî ye?”, Îsa behsa mesela Sameriyê dilpak kir (Lq 10:25-29). Îsa dizanibû ku mirovên hemû miletan – hem Cihû, hem Samerî hem jî mirovên miletên din – wê biketana civata wî (Yh 12:32). Ev mesel rêyî me dide ku milet an kultura mirovan çi be jî, şagirtên Îsa gerek hezkirina xwe ji her kesî re bi xîret eyan bikin.
JI XWE BIPIRSE:
Ez li xwişk û birayên ji kulturên din çawa dinêrim?
Gelo ez tenê tevî dost û hevalên xwe wext derbas dikim?
Gelo ez dikarim dilê xwe fireh bikim ku bi xwişk û birayên din re jî hevaltiyê bikim? (2Kr 6:13).
Ez dixwazim gazî bikim
ji bo xizmetê
ji bo xwarinê
ji bo Îbadeta Malbatê