WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Malpera JW.ORG bi Kar Bîne
ÇIMA? Hemû Hacetên Elimandinê bala xwendevanan dikişînin li ser malpera jw.org. Bi eslê xwe, mexseda karta jw.org û belavoka Em çawa dikarin bi dilşadî bijîn? ev e ku em bala mirovan bikişînin li ser malpera jw.org. Wekî din, bi saya vê malperê, tu dikarî Hacetên Elimandinê bi e-peyamê bişînî an lînkan parve bikî. Ev yek bîlhesa baş e gava em rastî kesekî tên, ê ku bi zimanekî din dipeyive. Ji xeynî vê, eger cewabên hin pirsên mirovan di Hacetên Elimandinê de tune bin, em dikarin li malpera jw.org binêrin. Belê, bi alîkariya malpera me, em dikarin di xizmetê de hunerên xwe bi pêş bixin.
ÇAWA?
Kategoriya “HÎNDARIYÊN KITÊBA PÎROZ” bi kar bîne: Eger tu dixwazî ji dê an bavekî re behsa perwerdeya zarokan bikî, here HÎNDARIYÊN KITÊBA PÎROZ > ZEWAC Û MALBAT.
Kategoriya “WEŞAN” bi kar bîne: Eger tu dixwazî broşura Mizgîna Xwedê Ji Bo Me bidî hevaldersekî xwe, here WEŞAN > KITÊB Û BROŞÛR.
Kategoriya “DER HEQÊ ME DE” bi kar bîne: Mesela, eger tu dixwazî ji hevalkarekî xwe re bi kurtasî behsa baweriya me bikî, here DER HEQÊ ME DE > PIRSÊN PIR TÊN PIRSÎN.
LI VÎDEOYA NAVIGATING JW.ORG TEMAŞE BIKE. LI MALPERA ME, LI KU DERÊ MALZEME HEYE ...
ji bo ateîstan?
ji bo kesên ku seba kul û derdan perîşan bûne?
ji bo xwişk û birayên ku di xizmetê de ne aktîf in?
ji bo kesên ku dipirsin ku îşê me çawa tê fînanse kirin?
ji bo kesên xerîb ku dixwazin li welatê xwe herin civînan?