WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Feydeyên Xizmeta bi Erebeya Weşanan
Li gor beşa 5an a Karên Şandiyan, şagirtên Îsa li sedsala yekê li perestgehê mizgîn belav dikir. Perestgeh cihekî umûmî bû, û li wê derê wan dikaribû mizgînê bidaya gelek kesan (Kar 5:19-21, 42). Îro jî, xwişk û birayên me li cihên umûmî mizgînê bi alîkariya erebeya weşanan belav dikin, û netîceyên vê xizmetê pir baş in.
LI VÎDEOYA XIZMETKIRINA BI STÊNDA KAREKE MEZIN TÎNE TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Xizmeta bi erebeya weşanan kengê û çawa dest pê kir?
Erebeya weşanan pir caran çima ji dezgehê weşanan baştir e?
Serpêhatiya Mi Jung You çi rêyî me dide?
Serpêhatiya Jacob Salomé qîmeta xizmeta bi erebeya weşanan çawa nîşan dide?
Wek me ji serpêhatiya Annies û zilamê wê dît, wê baş be ku em xizmeta bi erebeya weşanan çawa bikin?