WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
“Pawlos ji Xwedê re Şikur Kir û Cesaret Stend”
Gava civata Romayê bihîst ku Pawlos wê bê, çend bira weke 64 kîlometre rê çûn ku rastî wî bên. Dilê Pawlos ji vê hezkirina fedakar çawa tesîr girt? “Gava Pawlos ew dîtin, şikir ji Xwedê re kir û cesaret stand” (Kar 28:15). Berê, Pawlos cesaret dabû gelek civatan, lê îcar ew girtî bû, û birayan cesaret da wî (2Kr 13:10).
Îro, nazirên herêmî civatan ziyaret dikin ku teşwîq û cesaretê bidin xwişk û birayan. Wek hemû xizmetkarên Xwedê, ew jî carinan diwestin, xeman dixwin an cesareta xwe winda dikin. Cara din, gava nazirê herêmî tevî pîreka xwe bê civata te, tu çawa dikarî teşwîq û cesaretê bidî wan? (Rm 1:11, 12).
Here civînên xizmetê. Gava mizgînvan bi fedakarî piştgiriya ziyareta nazirê herêmî dikin, nazirê herêmî pir şa dibe (1Se 1:2, 3; 2:20). Gelo tu dikarî li meha ziyaretê bibî pêşengê alîkar? Gelo tu dikarî wî an pîreka wî bibî xizmetê an kursa Kitêba Pîroz? Ew her tim dixwazin tevî cure cure mizgînvanan xizmet bikin – hem tevî kesên ceribandî hem jî tevî kesên nû.
Mêvanhez be. Gelo tu dikarî nazirê herêmî û pîreka wî li mala xwe bikî mêvan an wan ji bo şîvê dawet bikî? Bi vê yekê, tu dikarî nîşan bidî ku tu ji wan hez dikî. Bawer be, ew li benda haziriyeke mezin nînin (Lq 10:38-42).
Guh bide rêberî û şîreta wî. Nazirê herêmî bi dilovanî alî me dike ku em xizmeta xwe bi pêş bixin. Car caran dibe ku ew şîreteke giran bide me (1Kr 5:1-5). Eger em guh bidin wî, ewê dilxweş bibe (Îbr 13:17).
Şikurdariya xwe bîne zimên. Ji nazirê herêmî û pîreka wî re bibêje ku te ji xebata wan çawa feyde dîtiye. Tu dikarî vêya rasterast bibêjî an jî nameyeke kin binivîsî (Kl 3:15).