27 Gulan – 2 Hezîran
GALATÎ 1-3
Kilam 106 û Dua
Pêşgotin (3 deqe an kêmtir)
XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ
“Ez bi Eşkereyî li ber Wî Rabûm”: (10 deqe)
[Vîdeoya Pêşxebera derheqa Galatî (RDU) lêde.]
Gl 2:11-13: Gava şagirtên Îsa, yên ku berê Cihû bûn, çûn ziyareta Petrûs, wî seba tirsa mirovan xwe ji xwişk û birayên ji miletên din dûr digirt (w17.04 27 par. 16)
Gl 2:14: Pawlos şîret da Petrûs (w13-E 15/3 5 par. 12)
Li Cewherên Ruhî Bigere: (8 deqe)
Gl 2:20: Gerek em li fîdyeyê çawa binêrin, û çima? (w14-E 15/9 16 par. 20-21)
Gl 3:1: Pawlos çima ji Galatiyan re got “bêhiş”? (it-1-E 880)
Xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê di heqê Yehowa de çi nîşan dide?
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê kîjan cewherên din hene?
Xwendina Kitêba Pîroz: (4 deqe an kêmtir) Gl 2:11-21 (th ders 10)
XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE
Vîdeoya Ziyareta Sisêyan: (5 deqe) Vîdeoyê lêde û muzakere bike.
Ziyareta Sisêyan: (3 deqe an kêmtir) Sohbeta emsal pêşkêş bike. (th ders 2)
Kursa Kitêba Pîroz: (5 deqe an kêmtir) bhs 202-203 par. 18-19 (th ders 6)
WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
“Em Çawa Dikarin li Salona Îbadetê Baş Binêrin?”: (15 deqe) Muzakere, ji aliyê kalekî civatê ve. Vîdeoya Miqatî Ciyên Hebandina Xwe Dibin (RDU) lêde û pirsan muzakere bike. Paşê tevî temsîlkarê heyeta xwedîkirinê sohbet bike û van pirsan bipirse. (Eger di civata we de temsîlkar tune ye, tevî koordînatorê koma kalên civatê sohbet bike.) Bernameya meye xwedîkirina salonê çawa diçe? Gava em li salonê dixebitin, gelo em bala xwe didin emniyetê? Li van rojan, kîjan îşên xwedîkirinê hatine kirin, û hê lazim e ku em kîjan îşan bikin? Eger hunerên xwişk an birayekî hebin an eger xwişk an birayek dixwaze alîkariyê bide, ew dikare çi bike? Hal û rewşa me çi be jî, em çawa dikarin li Salona Îbadetê binêrin?
Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê: (30 deqe) fg ders 11, par. 3, 4
Dubarekirina Fikrên Muhîm û Pêşkêşkirina Bernameya Heftiya Bê (3 deqe)
Kilam 107 û Dua