KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb19 Hezîran r. 8
  • Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feyde Bistîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feyde Bistîne
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
  • Malzemeya Eleqedar
  • Kursa Kitêba Pîroz Çi ye?
    Pirsên Pir Tên Pirsîn
  • Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feyde Bibîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Çi wê Alî Te Bike ku Tu Lêkolîna Kitêba Pîroz Dewam Bikî?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
mwb19 Hezîran r. 8

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feyde Bistîne

ÇIMA MUHÎM E? Lêkolîna Peyva Xwedê alî me dike ku em karibin “firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya” rastiyê fehm bikin (Ef 3:18). Wekî din, lêkolîn alî me dike ku em li vê dinyaya xerab “bêqusûr û pak bin” û xwe li “peyva jiyanê hişk bigirin” (Flp 2:15, 16). Ji bo lêkolîna şexsî, em dikarin malzemeyan li gor hewcedariyên xwe hilbijêrin. Em çawa dikarin ji xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz zêdetir feyde bistînin?

GEREK TU ÇI BIKÎ?

  • Li Kitêba Pîroz (a çapkirî an elektronîk), a ku tu ji bo lêkolîna şexsî bi kar tînî, ayetan îşaret bike û notan binivîse.

  • Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, ji xwe pirsên wisa bipirse: “Kî? Çi? Kengê? Li ku derê? Çima? Çawa?”

  • Zêdetir melûmatê bistîne. Bi alîkariya hacetên lêgerînê li ayetan an li mijaran bigere.

  • Li ser tiştên ku tu dixwînî kûr bifikire ku tu fehm bikî ka ev melûmat çawa dikare ji bo te bifeyde bibe.

  • Tiştên ku tu dielimî di jiyana xwe de bi kar bîne (Lq 6:47, 48).

LI VÎDEOYA BI HÎNBÛNA ŞEXSÎ, XWE QEWÎ LI XEBERA XWEDÊ BIGIRIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Hin kes lêkolîna şexsî çawa tarîf dikin?

  • Gerek em çima bi duayê dest bi lêkolîna şexsî bikin?

  • Em çawa dikarin qismê ku em li Kitêba Pîroz dixwînin, baştir fehm bikin?

  • Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em dikarin çi cure îşaretan bikin?

  • Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, çima muhîm e ku em kûr bifikirin?

  • Gerek em tiştên ku em dielimin çawa di jiyana xwe de bi kar bînin?

Xwişkek Kitêba Pîroz kûr lêkolîn dike; birayek Kitêba Pîroz bi cure cure rengan îşaret dike; xwişkek ji du mirovan re behsa notên xwe dike; birayek dua dike

“Ez çiqas hez dikim ji şerîeta te! Tevahiya rojê li ser wê difikirim” (Zb 119:97).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne