WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Tevî Kesên ku ji Yehowa Hez Dikin Wext Derbas Bike
Çima lazim e ku em tevî kesên ku ji Yehowa hez dikin wext derbas bikin? Çimkî hevalên me wê bêguman li ser me tesîr bikin – yan bi awayekî baş yan jî bi awayekî xerab (Mtl 13:20). Mesela, gava Yoaş tevî serokkahîn Yehoyada wext derbas dikir, wî “ya ku di çavê XUDAN de rast e kir” (2Dr 24:2). Lê belê, piştî mirina Yehoyada, Yoaş seba hevalên xerab ji Yehowa dûr ket (2Dr 24:17-19).
Li sedsala yekê ya P.M., Pawlosê şandî civata şagirtên Îsa dişiband “maleke mezin”, ku tê de “firax” hene. Ji bo ku em wek firaxeke “ji bo karên birûmet” bimînin, gerek em tevî kesên ku dilê Yehowa diêşînin – eger ferdên malbata yan civata me bin jî – hevaltiyê nekin (2Tîm 2:20, 21). Bila em her tim bi kesên ku ji Yehowa hez dikin û ku alî me dikin ku em ji Yehowa re xizmet bikin, hevaltiyê bikin.
LI VÎDEOYA HÎN BE JI HEVALTIYA XIRAB XWE DÛR BIGIRÎ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Hevalên xerab çawa dikarin li ser me tesîr bikin?
Li vîdeoyê, çi alî sê şagirtên Îsa kir ku ew hevalên xwe yên xerab bihêlin?
Kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em ji xwe re hevalên baş hilbijêrin?
Gelo êz “firaxeke ji bo karên birûmet” im? (2Tîm 2:21).