KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb19 Tebax r. 5
  • Ciwanno – “ji bo Kirinên Qenc bi Xîret” Bin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ciwanno – “ji bo Kirinên Qenc bi Xîret” Bin
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
  • Malzemeya Eleqedar
  • Pêşeng Pesnan Didin Navê Yehowa
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • Ji kê re pêşeng tê gotin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
mwb19 Tebax r. 5

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ciwanno – “ji bo Kirinên Qenc bi Xîret” Bin

Li nameya xwe ya ji Tîtos re, Pawlosê şandî nivîsî ku xortên wek Tîtos gerek “ji bo kirinên qenc” bibin emsal (Tît 2:6, 7). Wekî din, wî got ku xizmetkarên Yehowa tên paqij kirin ku “ji bo kirinên qenc bi xîret” bin (Tît 2:14). Yek ji van kirinên qenc, belavkirina mizgîna Padîşahiyê ye. Eger tu ciwan î, gelo tu dikarî bibî pêşengê alîkar yan pêşengê daîmî? (Mtl 20:29).

Eger tu dixwazî bibî pêşeng, ji bo vê armancê planeke baş çêke (Lq 14:28-30). Mesela, eger tu bibî pêşeng, tuyê çawa debara xwe bikî? Tuyê saetên xwe çawa temam bikî? Di heqê van tiştan de ji Yehowa re dua bike (Zb 37:5). Ji dê û bavê xwe re û ji pêşengên ceribandî re behsa planên xwe bike. Paşê, gav bi gav bigihîje armanca xwe. Eger tu wisa bikî, Yehowa wê xîreta te bibereket bike!

LI VÎDEOYA CAHIL, YEHOWA HURMET-RÛMET DIKIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Hin kesan serî bi çi cure astengan re derxistiye ku bibin pêşeng?

  • Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bibin pêşengên daîmî?

  • Ji bo belavkirina mizgînê, planeke baş çima muhîm e?

  • Hemû ferdên civatê çawa dikarin alî pêşengan bikin û cesaretê bidin wan?

  • Pêşeng çi cure bereketan distînin?

Xwişkeke ciwan ji bavê xwe re behsa pêşengiyê dike; pêşengekî ciwan ji xwe re planekê hazir dike; pêşengeke ciwan tevî xwişkeke din xizmet dike; pêşengeke ciwan kursa Kitêba Pîroz îdare dike

Ez çawa dikarim bibim pêşeng?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne