KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb19 Tebax r. 8
  • Kirinên Qenc ên ku Nayên ji Bîr Kirin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kirinên Qenc ên ku Nayên ji Bîr Kirin
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
  • Malzemeya Eleqedar
  • Beytel çi ye?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
mwb19 Tebax r. 8
Li Beytelê, xwişkek li mutbexê dixebite

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kirinên Qenc ên ku Nayên ji Bîr Kirin

Hemû xizmetkarên Xwedê dikarin tiştên qenc bikin, ên ku tu caran nayên ji bîr kirin. Çawa ku dê an bav serkeftinên zarokên xwe ji bîr nakin, Yehowa jî xizmeta me û hezkirina ku em ji bo navê wî nîşan didin, ji bîr nake (Mt 6:20; Îbr 6:10). Helbet hal û rewşa her kesî ji hev cuda ye, lê eger em heta ku ji destê me tê xîret bikin, em dikarin dilşad bibin (Gl 6:4; Kl 3:23). Bi salan, bi hezaran xwişk û birayên me li Beytelê xizmet kiriye. Gelo tu jî dikarî li Beytelê xizmet bikî? Yan jî, gelo tu dikarî kesekî din teşwîq bikî ku ew here Beytelê? Gelo tu dikarî alî xwişk an birayekî bikî, yê ku li Beytelê dişixule da ku ew vê xizmetê berdewam bike?

LI VÎDEOYA XWE HAZIR KE SEVA BEYTELÊDA XIZMET KÎ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Eger em dixwazin li Beytelê xizmet bikin, gerek niyeta me çi be?

  • Hin kes li ser bereketên xizmeta li Beytelê çi dibêjin?

  • Standardên ji bo kesên ku dixwazin li Beytelê bixebitin çi ne?

  • Tu çawa dikarî ji bo xizmeta Beytelê miraceet bikî?

Li Beytelê, sê kes li ser kompîturê dixebitin; birayek weşanan dike qutiyan; li Beytelê, birayek îşê xeratiyê dike

Kesên ku dixwazin li Beytelê bixebitin gerek ...

  • ji Yehowa û ji teşkîlata wî pir hez bikin

  • exlaqa wan pak be û wijdanê wan li ber Yehowa paqij be

  • şekil û şemala wan minasib be

  • mijûliyên wan li gor Kitêba Pîroz minasib bin

  • bi gelemperî 19-35 salî bin

  • siheta wan ji aliyê zîhnî, hîsî û bedenî ve baş be

  • zimanê sereke ya Beytelê rind bixwînin, binivîsin û bipeyivin

  • hazir bin ku herî kêm ji bo salekê li Beytelê bimînin

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne