WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Yehowa ji Mirovên Paqij Hez Dike
“Destê xwe bişo. Odeya xwe bide hev. Erdê bimale. Çopê bavêje.” Gelek dê û bav qaîdeyên paqijiyê hînî zarokên xwe dikin. Bi eslê xwe, prensîpên paqijiyê ji Xwedayê meyî pîroz tên (2Mû 30:18-20; 5Mû 23:14; 2Kr 7:1). Gava em bedena xwe û eşyayên xwe paqij dikin, em hurmetê didin Yehowa (1Pt 1:14-16). Gelo mala me û derdora me paqij in? Gelek mirov çopê diavêjin erdê, lê şagirtên Îsa xîret dikin ku her derê paqij bihêlin (Zb 115:16; Py 11:18). Ev yek ku em çopên biçûk – mesela kaxiz, şûşe yan benîştan – diavêjin ku derê, eyan dike ku em li paqijiyê çawa dinêrin. Li hemû warên jiyana xwe, gerek em xwe wek ‘xizmetkarên Xwedê’ nîşan bidin (2Kr 6:3, 4).
LI VÎDEOYA XWEDÊ MERIVÊN TEMIZ HIZ DIKE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Hin kes eşyayên xwe çima paqij nakin?
Qanûna Mûsa nêrîna Xwedê ya li ser paqijiyê çawa eyan dikir?
Bêyî ku em tiştekî bibêjin, em çawa dikarin hurmetê bidin Yehowa?
Ez çawa dikarim li gor nêrîna Yehowa ya li ser paqijiyê bijîm?