WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Bi Rabûn û Rûniştina Xwe Dilê Mirovan Qazanc Bike
Gelek xwişkên me bi rabûn û rûniştina pak û hurmetkar dilê zilamên xwe qazanc dikin û wan tînin li ser riya rastiyê. Lê belê sebir lazim e, çimkî tengasiya wan carinan bi gelek salan dewam dike (1Pt 2:21-23; 3:1, 2). Gava tu rastî neheqiyê têyî, “bi qenciyê xerabiyê bindest bike” (Rm 12:21). Kirinên te dikarin ji gotinên te hê bitesîrtir bibin.
Xîret bike ku tu nêrîna zilamê xwe fehm bikî (Flp 2:3, 4). Hevdil û dilovan be, û çi ji destê te tê bike ku îşên xwe bi awayekî baş bînî cih. Rind guh bide (Aq 1:19). Sebir bike, û hezkirina xwe ji zilamê xwe re eyan bike. Eger zilamê te wek te dilgerm û hurmetdar nebe jî, tu dikarî bawer bî ku Yehowa qîmetê dide dilsoziya te (1Pt 2:19, 20).
LI VÎDEOYA BI ALÎKARIYA YEHOWA EM HER TIŞTÎ DIKARIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Gava Grace’ê nû mêr kir, jiyana wê çawa bû?
Rastiya Kitêba Pîroz çima lê xweş hat?
Piştî ku Grace hatibû bin av kirin, ew çawa li hemberî tengasiyan sebir dikir?
Grace’ê di heqê zilamê xwe de ji bo çi dua dikir?
Xwişka me bi saya rabûn û rûniştina xwe ya baş çi bereketan stendine?
Tesîra rabûn û rûniştina baş mezin e!