WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Jin û Mêr Çawa Dikarin Zewaca Xwe Xurttir Bikin?
Birahîm û Sarayê ji hev hez dikir û hurmet dida hevdû (1Mû 12:11-13; 1Pt 3:6). Dîsa jî zewaca wan ne bêqisûr bû, û ew carinan rastî tengasiyan dihatin. Gelo jin û mêr çawa dikarin Birahîm û Sarayê ji xwe re bikin emsal?
Bi hev re xeber bidin. Gava yek ji we bi hêrs bipeyive, bi nermî cewabê bidin (1Mû 16:5, 6). Bi hev re wext derbas bikin. Bi gotin û kirinên xwe nîşan bidin ku hûn ji hev hez dikin. Wekî din, pir muhîm e ku hûn bi hev re lêkolîn bikin, dua bikin û îbadetê bikin û bi vî awayî bala xwe bidin Yehowa (Wz 4:12). Zewacên xurt rûmetê didin Yehowa, yê ku zewaca pêşîn çêkiribû û zewacê wek tiştekî pîroz dibîne.
LI VÎDEOYA ZEWACA XWE QEWÎ KIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Li vîdeoyê, çi nîşan dida ku Shaan û Kiara hêdî hêdî ji hev dûr diketin?
Çima muhîm e ku jin û mêr dilê xwe ji hevdû re vekin?
Serpêhatiya Birahîm û Sarayê çawa alî Shaan û Kiarayê kir?
Shaan û Kiarayê çi kir ku zewaca xwe xurttir bikin?
Gelo zewaceke bêqisûr heye?
Hûn dikarin zewaca xwe xurttir bikin!