XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 1. MÛSA 31
Aqûb û Laban Peymana Aştiyê Girêdidin
31:44-53
Aqûb û Laban çima komeke keviran çêkir?
Vê komê ji her kesî re nîşan dida ku wan peymana aştiyê girêda
Koma keviran dianî bîra wan ku Yehowa li wan dinêre ka ew bi peymana xwe ve dilsoz in yan na
Yehowa dixwaze ku em jî tevî xwişk û birayan di aştiyê de bin. Gelo ev 3 hereket çawa dikarin alî me bikin ku em aştiyê xwedî bikin yan jî ji nû ve ava bikin?
Bi hev re xeber bidin (Mt 5:23, 24)
Bi comerdî efû bikin (Kl 3:13)
Bisebir bibin (Rm 12:21)