XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 1. MÛSA 40-41
Yehowa Ûsiv Difilitîne
41:9-13, 16, 29-32, 38-40
Weke 13 sal derbas bûn berî ku Yehowa Ûsiv ji koletiyê û ji hebsê filitand. Halê Ûsiv her çi qas zor bû jî, ew nedixeyidî, lê ji tengasiyên xwe tiştên baş hîn bû (Zb 105:17-19). Wî dizanibû ku Yehowa ew tu caran tenê nedihişt. Gelo Ûsiv li gel şertên zor çi tiştên baş kirin?
Ew jîr û jêhatî bû û bi vî awayî fersend da Yehowa ku ew wî bibereket bike (1Mû 39:21, 22).
Wî li dijî kesên ku lê neheqî kiribû kîn nedigirt, lê ew bi mirovan re eleqedar dibû (1Mû 40:5-7).
Serpêhatiya Ûsiv çawa alî min dike ku ez li gel tengasiyan sebir bikim?
Heta ku Yehowa min li Harmegedonê bifilitîne, ez dikarim çi tiştên baş bikim?