XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 1. MÛSA 42-43
Ûsiv Sifatê Xwegirtinê Eyan Dike
42:5-7, 14-17, 21, 22
Gava Ûsiv ji nişka ve rastî birayên xwe hat, gelo wî çi hîs kir? Wiyê bikaribûya xwe hemen bidaya nas kirin û ew hembêz bikirana yan heyfa xwe ji wan bistenda. Lê belê wî wisa nekir, lê ew sakîn ma û fikirî. Eger tu ji aliyê malbata xwe ve yan ji aliyê kesên din ve rastî neheqiyê bêyî, tuyê çi bikî? Serpêhatiya Ûsiv nîşan dide ku çi qas muhîm e ku mirov xwe bigire û sakîn bimîne û guh nede dilê xweyî xayîn û qisûrdar.
Tu çawa dikarî xwegirtina Ûsiv ji xwe re bikî emsal?