KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb20 Tîrmeh r. 7
  • Yehowa Xizmetkarên Xwe Diparêze

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Yehowa Xizmetkarên Xwe Diparêze
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
mwb20 Tîrmeh r. 7

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Yehowa Xizmetkarên Xwe Diparêze

Zilamekî Îsraêlî û kurê wî xwînê direşînin ser çarçoveya derî.

Cejna Derbasbûnê ya pêşîn pir muhîm bû. Wê şevê, gava Fîrawûn dît ku kurê wî mir, wî ji Mûsa re got: “Rabin, him hûn û him jî lawên Îsraêl, ji nava netewa min derkevin û herin, mîna ku we digotin, ji XUDAN re peristinê bikin” (2Mû 12:31). Belê, Yehowa eşkere kiribû ku ew xizmetkarên xwe diparêze.

Tarîxa Şahidên Yehowa îsbat dike ku îro jî, Yehowa xizmetkarên xwe diparêze û rêberiya wan dike. Muzeyeke li merkeza cîhanî ya bi navê “Xelkekî ji bo Navê Yehowa” vêya nîşan dide.

LI VÎDEOYA MÛZÊYA WORWÎKÊ: CIMETA KU NAVÊ YEHOWA HILDA SER XWE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Poster û resmên ji ‘Foto-Drama Afirandinê.’

    Ji sala 1914an û pê ve, Xwendekarên Kitêba Pîroz dest bi xebitandina kîjan teknolojiyê kir, û netîce bû çi?

  • Resmên polîsê yên birayên ku di sala 1918an de hatibûn hebs kirin.

    Baweriya xizmetkarên Yehowa di salên 1916 û 1918an de çawa hat ceribandin, û çi îsbat hebû ku Yehowa rêberiya teşkîlatê dikir?

  • Di muzeyê de, resmên gelek kesên ku seba baweriya xwe hatibûn hebs kirin, tên nîşan dayin. Di odeyeke din de, resmên Cenetê tên nîşan dayîn.

    Xizmetkarên Yehowa çawa li hemberî muxalefetê dilsoz mane?

  • Di muzeyê de, hin ji metodên belavkirina mizgînê, yên ku li salên 1930 heta 1940î dihatin bi kar anîn, tên nîşan dayîn.

    Di sala 1935an de, xizmetkarên Yehowa çi fehm kir, û vê yekê li ser wan çawa tesîr kir?

  • Eger tu çûyî vê muzeyê, tiştên ku li wê derê tên nîşan dayîn çawa nîşanî te daye ku Yehowa xizmetkarên xwe diparêze û rêberiya wan dike?

Eger tu dixwazî vê muzeyê ziyaret bikî, here jw.org® û ser “Der Heqê Me de” bitikîne

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne