KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb20 Tebax r. 3
  • Heta Dawiya vê Dinyayê Xurt Be

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Heta Dawiya vê Dinyayê Xurt Be
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • Malzemeya Eleqedar
  • Sifatên Baş Eyan Bike: Cesaretî
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2017
  • Mêrxas Be!
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • “Bi Dil Be û Bike”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Mêrxasî Bide Min
    Bi Kêfxweşî ji Yehowa re Kilaman Bibêje
Zêdetir Bibîne
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
mwb20 Tebax r. 3

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Heta Dawiya vê Dinyayê Xurt Be

ÇIMA? Di demeke nêzik de bûyerên ecêb wê bên serê me. Li wê demê, wê pir muhîm be ku em mêrxas bin û xwe bispêrin Yehowa. Tengahiya mezin wê bi helakkirina dînê sexte dest pê bike (Mt 24:21; Py 17:16, 17). Îhtimal heye ku emê di tengahiya mezin de fermana Yehowa îlan bikin (Py 16:21). Gogê ji Magogê wê hicûmî me bike (Hz 38:10-12, 14-16). Ji bo parastina xizmetkarên xwe, Yehowa wê “cenga Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî” dest pê bike (Py 16:14, 16). Ji bo ku em li dema tengahiya mezin mêrxas bin, gerek em dilsoziya xwe ji niha ve îsbat bikin.

ÇAWA?

  • Qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê bi mêrxasî biparêze û li gor wan bijî (Îş 5:20).

  • Tevî xwişk û birayan ji Yehowa re îbadetê bike (Îbr 10:24, 25).

  • Bi dilxwazî guh bide rêberiya teşkîlatê (Îbr 13:17).

  • Li ser vêya ku Yehowa li dema berê çawa xizmetkarên xwe diparastin, kûr bifikire (2Pt 2:9).

  • Ji Yehowa re dua bike û bi wî bawer be (Zb 112:7, 8).

LI PAREKE VÎDEOYA SEVA QEWIMANDINÊN AXIRIYÊ MÊRXASÎ LAZIM E (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Seva Qewimandinên Axiriyê Mêrxasî Lazim e”. Xwişkek seba îlaneke nû xemgîn e.

    Gava civatek bi civatên din re bû yek, îtaeta mizgînvanan çawa hat ceribandin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Seva Qewimandinên Axiriyê Mêrxasî Lazim e”. Eynî xwişk tevî du xwişkên din li ser guhertinên civatê dipeyive.

    Mêrxasî çawa bi îtaetê ve girêdayî ye?

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Seva Qewimandinên Axiriyê Mêrxasî Lazim e”. Xortek ser bûyerên li dema Harmagedonê difikire

    Gava ku Harmegedon wê bê, mêrxasî wê çima lazim bibe?

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Seva Qewimandinên Axiriyê Mêrxasî Lazim e”. Gava Yehoşafat û kesên din digihîjin meydana şerkirinê, ew dibînin ku hemû dijmin mirine.

    Mêrxasiya xwe zêde bike ku tu ji bo tengahiya mezin hazir bibî

    Kîjan serpêhatiya Kitêba Pîroz ji me re îsbat dike ku Yehowa wê me xelas bike? (2Dr 20:1-24).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne