KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb20 Îlon r. 3
  • Hay ji Xwe Hebe ku Tu Xeberên Derewîn Belav Nekî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Hay ji Xwe Hebe ku Tu Xeberên Derewîn Belav Nekî
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • Malzemeya Eleqedar
  • Bi Lez bi Her Tiştî Bawer Nebe!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
mwb20 Îlon r. 3

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Hay ji Xwe Hebe ku Tu Xeberên Derewîn Belav Nekî

Jinikek li telefona xwe dinêre û ecêbmayî dimîne.

Îro, bi milyonan kes dikarin melûmat yan xeberên nû ji weşan, radiyo, televîzyon û Înternetê zû pê bihesin. Her çi qas bê hemdî be jî, kesên ku ji “Xwedayê rastiyê” re îbadetê dikin naxwazin xeberên derewîn belav bikin (Zb 31:5; 2Mû 23:1). Eger xeberên derewîn belav bibin, ev yek dikare zerarê bîne meydanê. Ji bo ku tu emîn bî ka xeberek rast e yan na, ji xwe bipirse:

  • “Gelo ez dikarim baweriya xwe bi çavkaniya vê xeberê bînim?” Kesê ku melûmatekê dide te belkî bi xwe jî hemû hûrgiliyan nizane. Xeberên ku ji kesekî derbasî kesekî din dibin, di netîceyê de hinek diguherin. Ji ber vê yekê, emîn be ku çavkaniya xeberê rast e. Bi xisûsî kesên ku di civatê de mesûliyetên wan hene gerek emîn bin ka xeberek rast e yan na, çimkî kesên din baweriya xwe bi wan tînin.

  • “Gelo ev melûmat îftira ye?” Eger ev melûmat navê kesekî yan komekê reş dike, wê baş be ku tu vê melûmatê belav nekî (Mtl 18:8; Flp 4:8).

  • “Gelo ev xeber bimantiq e?” Eger tu xeber yan serpêhatiyeke ecêb bibihîzî, hemen pê bawer nebe.

LI VÎDEOYA GEVESTÎ ÇAWA BIDINE SEKINANDINÊ? (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Gedeyek li ser texteyê hedefê girêdayî ye, û dora wî bi kêran ve tije ye.

    Li gor Methelokên Silêman 12:18, gotinên me dikarin çi zerarê bidin?

  • Çend kes li hev top bûne û paşgotiniyê dikin.

    Filîpî 2:4 behsa kîjan prensîpê dike?

  • Mirovek pişta xwe dide û diçe ji bo ku guh nede paşgotinan.

    Eger kesek di heqê kesekî din de tiştekî tûj yan negatîf bibêje, gerek em çi bikin?

  • Zilamek paşgotinan belav dike û rojnamevan gotinên wî not dike.

    Berî ku em di heqê kesekî din de xeber bidin, wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne