XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 3. MÛSA 1-3
Maneya Pêşkêşiyan
1:3; 2:1, 12; 3:1
Lazim bû ku Îsraêlî li gor Qanûna Mûsa pêşkêş yan qurbanan bidin. Ev yek li dilê Yehowa xweş dihat û qurbanbûna Îsa yan feydeyên qurbanbûna wî, temsîl dikir (Îbr 8:3-5; 9:9; 10:5-10).
Mîna ku lazim bû ku hemû heywanên qurbankirî “bêleke û bêkêmahî” bin, bedena Îsa Mesîh jî bêqisûr û bêkêmahî bû (1Pt 1:18, 19).
Mîna ku pêşkêşiyên şewitandinê bi temamî ji Yehowa re dihat pêşkêş kirin, Îsa jî bi temamî canê xwe pêşkêşî Yehowa kir.
Mîna ku kesên ku pêşkêşiya selametê pêşkêş dikir bi Xwedê re di selametê de dibûn, meshkiriyên ku Şîva Xudan dixwin bi Xwedê re di selametê de ne.