KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb20 Kanûn r. 8
  • Kovaran bi Kar Bîne

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kovaran bi Kar Bîne
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
mwb20 Kanûn r. 8
Xwişkek bi jinikekê re di heqê mijareke ji kovara ‘Hişyar bin!’ xeber dide.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kovaran bi Kar Bîne

Ji sala 2018an û pê ve, li her kovara umûmî tenê yek mijar heye. Hemû kovar para Hacetên Elimandinê ne, û em dikarin wan li xizmetê bi kar bînin. Wekî din, gava em diçin tatîlê yan sûkê, em dikarin çend kovaran bi xwe re bibin. Ev kovar ne hacetên ji bo kursa Kitêba Pîroz in, lê ev dikarin daxwaza mirovan zêde bikin ku Xwedê nas bikin.

Li dema sohbetê, ayeteke Kitêba Pîroz bixwîne û behsa mijara kovarekê bike, ya ku wê bi îhtimaleke mezin li wî mirovî xweş bê. Mesela, eger ew ji bo debara malbata xwe dixebite yan jî derdên wî hene û ew di stresê de ye, tu dikarî wisa bibêjî: “Çendek berê, min meqaleyeke li ser vê mijarê xwendibû. Ka binêre ...” Eger ew bixwaze zêdetir melûmatê bistîne, vê kovarê pêşkêşî wî bike, yan jî lînka elektronîk ji wî re bişîne. Helbet, armanca me ne ev e ku em tenê weşanan belav bikin. Dîsa jî, kovarên me dikarin alî me bikin ku em mirovên dilpak bibînin (Kar 13:48).

2018

Resim: Mijarên rûyê kovarên ‘Birca Qerewiliyê’ û ‘Hişyar bin!’ yên sala 2018an. 1. ‘Gelo Kara Xwendina Kitêba Pîroz Heye?’ 2. ‘Gelo Çi Axirî Hîyiya Me ye?’ 3. ‘Gelo Dilê Xwedê ser Te Dişewite?’ 4. ‘Riya ku Dibe berbi Bextewariyê.’ 5. ‘12 Gavên Kêrhatî bona Bextewariya Malbetê.’ 6. ‘Alîkarî bona Wan yên ku Merivên Xwe Unda Kirine.’

2019

Resim: Mijarên rûyê kovarên ‘Birca Qerewiliyê’ û ‘Hişyar bin!’ yên sala 2019an. 1. ‘Tu Xwedê Rind Nas Dikî?’ 2. ‘Hêja ye Berdewam kin Bijîn?’ 3. ‘Hema Ev e Axiriya Me?’ 4. ‘Heta Kengê Emê Tirsêda Bijîn?’ 5. ‘Şeş Ders ku Zar Gerekê Hîn bin.’ 6. ‘Kitêba Pîroz Dikara Jiyîna Te Diha Baş ke?’

2020

Resim: Mijarên rûyê kovarên ‘Birca Çavdêriyê’, ‘Birca Qerewiliyê’ û ‘Hişyar bin!’ yên sala 2020an. 1. ‘Rastiyê Bigerin.’ 2. ‘Padîşahiya Xwedê Çi ye?’ 3. ‘Bereketên ji Xwedayê Dilovan’ 4. ‘Çawa ji Strêsê Derên.’ 5. ‘Sebebên Kul-Derdên Me Çi ne.’ 6. ‘Tu Ser Merivên Din Çawa Dinihêrî?’

Kîjan mijar wê ji bo mirovên li herêma te balkêş bin?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne