KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb21 Çile r. 3
  • Dê û Bavno, Zarokên Xwe Perwerde Bikin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dê û Bavno, Zarokên Xwe Perwerde Bikin
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Malzemeya Eleqedar
  • Dê û Bav û Zarok Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Dê û Bavno – Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew ji Yehowa Hez Bikin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Dê û Bavno – Zarokên Xwe Perwerde Bikin ku Ew ji Yehowa Hez Bikin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
mwb21 Çile r. 3
Dê û bav hînî zarokên xwe dikin ku ew çawa dikarin xwe biparêzin.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Dê û Bavno, Zarokên Xwe Perwerde Bikin

Îro, dinya qenciyê wek xerabiyê û xerabiyê wek qenciyê dibîne (Îş 5:20). Hin kes tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike, dikin. Mesela, homoseksuelî êdî pir belavbûyî ye. Gelo em çawa dikarin zarokên xwe hazir bikin ku ew nekevin ber bayê hevaldersên xwe û kesên din, ên ku nêrînên wisa belav dikin?

Qanûnên Yehowa hînî zarokên xwe bikin (3Mû 18:3). Li gor saliya wan, nîşanî wan bidin ku Kitêba Pîroz di heqê minasebetên cinsî de çi dibêje (5Mû 6:7). Ji xwe bipirsin: “Gelo min ji zarokên xwe re zelal kiriye ku hezkirin çawa dikare bi awayekî minasib bê nîşan dayîn? Gelo ew fehm dikin ku çima muhîm e ku ew kincên mutewazî li xwe bikin? Gelo ew dizanin ku kesên din gerek dest nedin bedena wan? Eger kesek bixwaze pornografiyê nîşanî wan bide yan eger kesek bixwaze ku ew tiştekî xerab bikin, gelo ewê çawa cewabê bidin?” Eger ew ji berê de bizanibin ku gerek ew çi bikin, ev yek dikare wan biparêze (Mtl 27:12; Wz 7:12). Gava hûn zarokên xwe perwerde dikin, hûn nîşan didin ku hûn qîmetê didin vê mîrasa ji Yehowa (Zb 127:3).

LI VÎDEOYA BIRA MALBETA WE QEWÎ BE; ZARÊN XWE JI HEMÛ CÛRE ZULMIYÊ XWEY KIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Bira Malbeta We Qewî be; Zarên Xwe ji Hemû Cûre Zulmiyê Xwey kin’. Dayikek û kurê wê li vîdeoya ‘Zarên Xwe Biparêzin’ temaşe dikin.

    Hin kes çima bi zarokên xwe re di heqê minasebetên cinsî de xeber nadin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Bira Malbeta We Qewî be; Zarên Xwe ji Hemû Cûre Zulmiyê Xwey kin’. Dê û bav kitêba ‘Ji Mamosteyê Mezin Hîn Bibe’ ‘u weşanên din bi zarokên xwe re muzakere dikin.

    Çima muhîm e ku dê û bav “bi terbiye û şîreta Xudan” perwerde bikin (Ef 6:4)?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Bira Malbeta We Qewî be; Zarên Xwe ji Hemû Cûre Zulmiyê Xwey kin’. Li Afrîkayê, dê û bavek hin ayetan bi zarokên xwe re dixwînin û muzakere dikin.

    Zanîn dikare me biparêze

    Teşkîlata Yehowa çi tedarek kiriye ji bo ku alî dê û bavan bike ku ew zarokên xwe di heqê minasebetên cinsî de hîn bikin? (w19.05 12, çarçove).

  • Çima muhîm e ku hûn bi dewamî bi zarokên xwe re xeber bidin berî ku problem bên meydanê?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne