KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb22 Gulan r. 11
  • Xwestekên Xwe Kontrol Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwestekên Xwe Kontrol Bike
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
mwb22 Gulan r. 11

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Xwestekên Xwe Kontrol Bike

Ji ber ku em qisûrdar in, li me gelek zor tê ku em xwestekên xwe kontrol bikin. Eger em li gor wan xwestekan hereket bikin, emê dostaniya xwe ya bi Yehowa re winda bikin. Mesela, hin kes îznê didin ku xwarin, kinc yan mal û milk di jiyana wan de cihê pêşîn bigire. Hin kes jî diçin pey xwestekên xwe yên cinsî û bi vî awayî qanûnên Xwedê binpê dikin (Rm 1:26, 27). Hin mirov jî tiştên nebaş dikin ji bo ku hevalên wan ji wan hez bikin û wan qebûl bikin (2Mû 23:2).

Gelo em çawa dikarin xwestekên xwe kontrol bikin? Gerek em çi ji destê me tê bikin ku em bala xwe bidin tiştên ku Yehowa razî dikin (Mt 4:4). Wekî din, gerek em ji Yehowa rica bikin ku ew alî me bike ku em xwestekên xwe kontrol bikin. Gelo çima? Çimkî ew dizane ku ji bo me çi baş e, û ew dikare xwestekên me yên rast bîne cih (Zb 145:16).

LI VÎDEOYA ÎZIN NEDE KU CIXARE EMIRÊ TE PÛÇ KE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Îzin Nede ku Cixare Emirê Te Pûç ke.” Bûkokeyên ku cixareyê dikişînin.

    Hin kes çima cixareyê dikişînin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Îzin Nede ku Cixare Emirê Te Pûç ke.” Pişika cixarekêşekî dikuxe.

    Kişandina cixareyê dikare çi zerarê bide te?

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Îzin Nede ku Cixare Emirê Te Pûç ke.” Ticarek hewl dide ku bala jinikeke ciwan bikişîne ser e-cixareyan.

    Kişandina cixare û e-cixareyê çima xerab e? (2Kr 7:1)

  • Sehneyeke ji vîdeoya “Îzin Nede ku Cixare Emirê Te Pûç ke.” Jinkeke cian ji serê xaniyê li ezmanan dinêre.

    Tu dikarî cixareyê red bikî!

    Tu çawa dikarî cixareyê red bikî yan dev jê berdî?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne